​​​​​​​Telal Mihemed: Hikumeta Şamê çeteyên Dîfaa El-Wetenî ji bo xirabkirina ewlehiya herêmê bi kar tîne

Hevserokê Partiya Aştiya Demoqrat a Kurdistanê Telal Mihemed got, hikumeta  Şamê çeteyên Dîfaa El-Wetenî ava kirin da ku wan wekî amûrekî ji bo xirabkirina aramî û ewlehiya herêmê bi kar bînin û ji binpêkirinên wan bêdeng dimîne.

​​​​​​​Telal Mihemed: Hikumeta Şamê çeteyên Dîfaa El-Wetenî ji bo xirabkirina ewlehiya herêmê bi kar tîne
24 nîsan, 2021   00:43
QAMIŞLO- HÊLÎN ABDULLAH

Çeteyên Dîfaa El-Wetenî yên girêdayî hikumeta Şamê êvara sêşema borî êrişî nuqteyeke Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li çerxerêya El-Wehda ya başûrê bajarê Qamişloyê kir. Di êrişê de endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Xalid Milhim Osman şehîd bû.

Têkildarî vê mijarê, Hevserokê Partiya Aştiya Demoqrat a Kurdistanê Telal Mihemed ji ANHA'yê re axivî û got: " Rejîma Baas çeteyên bi navê Dîfaa El-Wetenî ava kirin da ku wan wekî amûrekî ji bo xirabkirina ewlehî û aramiya herêmê bi kar bînin. Ev çete êrişên xwe yên li ser bendên kontrolê yên Hêzên Ewlekariya Hundirîn didomînin."

Mihemed sedema bêdeniya hikumeta Şamê ya li hember kiryarên van çeteyan li herêmê spart ku hikumet naxwaze were eşkerekirin ku ew berpirsê Dîfaa El-Wetenî ye û wiha got: "Ji ber ku kiryarên van çeteyan ji xirabkirina ewlehî û aramiya herêmê û derxistina fitneyê di navbera pêkhateyan de bi teqez dikeve xizmet û berjewendiyên vê rejîmê."

Telal Mihemed diyar kir ku hin alî dixwazin hebûna van çeteyan li herêmê biparêzin da ku wan wekî amûrekî ji bo xirabkirina ewlehî û aramiya herêmê û belavkirina fitneyê di navbera pêkhateyan de bi kar bînin.

Hevserokê Partiya Aştiya Demoqrat a Kurdistanê Telal Mihemed di dawiya axaftina xwe de got: "Ji 10 salan ve em herêmê diparêzin, me karibû parastina hevgirtina pêkhateyan û mafên bikin. Tevahî pêkhateyên li herêmê bira ne, divê Kurd, Ereb, Suyran bi pey hewldanên derxistina fitneyê yên ku rejîmên destpotî diafirînin, nekevin."

ANHA