Joe Biden Erdogan agahdar kir ku ew ê îtîrafê bi Qirkirina Ermeniyan bike

Çavkaniyan  ji ajansa  "Bloomberg" re ragihand ku serokê Amerîkayê Joe Biden hempîşeyê xwe yê tirkî Recep Teyyîp Erdogan agahdar kir ku ew ê îtîrafê bi Qirkirina Ermeniyan bike ku Osmaniyan pêk anîbûn.

Joe Biden Erdogan agahdar kir ku ew ê îtîrafê bi Qirkirina Ermeniyan bike
23 nîsan, 2021   20:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Rayedaran ji Bloomberg re got, Joe Biden dê sibe di salvegera Qirkirina Ermeniyan de di daxuyaniya xwe de têgeha"Qirkirina Komî" bi kar bîne.

Bi vî awayekî Biden dibe serokê Amerîkayê yê yekemîn ku bûyerên 1915`an ku hejmareke mezin ji Ermeniyan tê de bûn qurban, bi "Qirkirina komî" wesif dike.

Piştî peywendiya navbera Biden û Erdogan, Koşka Spî di daxuyanya xwe de behsa vê mijarê nekir.

Joe Biden di hemleya xwe ya hilbijartinan de soz dabû ku ew Qirkirina Ermeniyan nas bike û gotibû dozên mafên mirovan dê xebata sereke di siyaseta rêveberiyê de bin.

(eh)