‘Hewldanên derbasbûna artêşa Iraqê ji Şengalê re pêkanîna fermaneke qanûnî ye’

Şêniyên êzidî yên herêma Cizîrê hewldana derbasbûna artêşa Iraqê ji Şengalê re bi “fermaneke qanûnî” bi nav kir û berxwedana gelê Şengalê ya li dijî hêzên desthilatdar pîroz kir û got:"Bila hêzên derve bela xwe ji me vekin."

‘Hewldanên derbasbûna artêşa Iraqê ji Şengalê re pêkanîna fermaneke qanûnî ye’
24 nîsan, 2021   02:29
QAMIŞLO - SÎMA BIROKÊ

Hikumeta Başûrê Kurdistanê bi hikumeta Iraqê re bi fermana dewleta Tirk a dagirker re di 9`ê Cotmeha 2020`an de hevpeymaneke li dijî Şengalê îmze kir. Gelê Şengalê û civaka êzidî li beramberî vê hevpeymanê nerazîbûnên xwe bi çalakiyên cuda nîşan didin.

Di 20`ê Nîsanê de artêşa Iraqê hewl da derbasî gundê Gir Zerik ê li başûrê rojavayê Şengalê bibe. Lê şêniyan rê neda wan û ji artêşa Iraqê re da xuyakirin ku pêwîstiya wan bi hêzên cuda tune ye û hêzên wan ên parastinê hene.

Têkildarî mijarê êzidiyên herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê helwesta xwe ya li dijî hewldanên hêzên desthilatdar ji ajansa me re eşkere kirin.

Fikriya Ibrahîm diyar kir ku ew wekî civaka êzidî girêdayî Şengalê ne û heke Şengal nebe di nêrîna wan de êzidî jî dê tune bibin û wiha got: "Em zilm û zora li ser miletê Şengalê qebûl nakin, em naxwazin tu hêz bikeve nava me. Em xwe bi xwe dixwazin xwe bi rê ve bibin û pirsgirêkên xwe bi xwe çareser bikin."

Fikriya wiha dewam kir: "Bila hêzên derve bela xwe ji me vekin, em dixwazin şengalî bi tena xwe parastina xwe bikin."

‘RIHÊ ME BI ŞENGALÊ RE YE`

Fikriya da zanîn ku dema ferman anîn serê gelê Şengalê, wan dît ku îxanet li gelê wan hat kirin û wiha domand: "Ji ber vê fermanê zarok û keçên me hîn jî di nava destê dijmin de ne, zarokên me gurandin û cenazeyên wan danîn ber pêşiya dê û bavên wan."

Di 3`yê Tebaxa 2014`an de hêza Iraqê û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li hemberî êrişa DAIŞ`ê ya li ser Şengalê vekişiyan û gelê Şengalê li heramberî  qirkirinekê rû bi rû hiştin. Di encama wê de bi hezaran jin, keç, zarok û mêrên êzidî li Şengalê hatin revandin û qetilkirin.

Fikriya da xuyakirin ku ew ê heta dawiyê hewldanên xwe bikin da ku hêza Iraqê derbasî Şengalê nebe û wiha got: "Erê em li vê deverê ne lê rihê me bi Şengalê re ye."

Fikriya bang li civaka êzidî kir ku li hemberî ferman û îxanetê bi hev re li ber xwe bidin.

‘CARA YEKEM E XEWNA ŞENGALIYAN PÊK TÊ’

Farûq Tozo jî diyar kir ku gefên li ser Şengalê berdewama êrişên li ser wê ne û her dem ew dibînin ku destê dewleta Tirk a dagirker di van gefan de heye û wiha axivî: "Piştî fermana dawiyê ya ji aliyê DAIŞ`ê ve hat kirin, hevkariya dewleta Tirk pê re xuya bû."

Tozo wiha domand: "Bi çi mafî dê hêzeke din derbasî Şengal bibe? Dibêjiin hêzeke xerîb di Şengalê de heye. Lê ew hêzên ku dibêjin xerîb in hemû malbat, êl û eşîrên şengalî ne."

Tozo wiha dirêjî da axaftina xwe: "Cara yekem e ku gelê Şengalê biryara xwe bi xwe dide. Di vê demê de xewna ku dihat xwestin ji bo hemû civaka êzidî û gelê Şengalê li ser rûyê erdê pêk tê."

Tozo bal kişand ser hedefgirtina Şengalê ji aliyê dewletên serdest ve û wiha got: "Ev yek normal e ku naxwazin Şengal bi ser bikeve. Dixwazin her dem şengalî di fermanan re derbas bibin û niha jî hewla vê yekê didin ku li heramberî avakirina Rêveberiya Xweser a Şengalê bisekinin."

Tozo bi bîr xist gelê Şengalê ji bûyerên ku tê re derbas bûne, tecrube girt û ji ber wê ew qasî li ber xwe didin û wiha dewam kir: "Gelê Şengalê gihaştiye wê asta ku li beramberî van planan bisekine, çalakiyên wan dewam dike. Asayîşa Êzîdxanê û Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û hemû hêzên ku niha cihê xwe di nava Meclisa Rêveberiya Xweser a Şengalê de digirin, destkeftiyên Şengalê ne û dê şengalî parastina van destkeftiyan bikin."

Tozo bang li civaka êzidî kir ku li dîrokê vegerin û bûyerên ku niha bi serê de wan tên, baş binirxînin.

‘BÛYERÊN KU HATIN SERÊ ŞENGALIYAN, JI WAN RE BÛNE TECRUBE`

Şêniyê ji navçeya Amûdê Cibêr Şêx Silêman da zanîn ku beriya çend rojan artêşa Iraqê bi piştgiriya gelek hêzên xwest ku derbasî Şengalê bibin û wiha got: "Gelê Şengalê li beramberî van planan derket û nehişt ev plana qirêjî pêk were. Bi van planan re dê fermana 2014`an  dubare bibûya."

Silêman wiha gotinên xwe domand: "Em dibînin ku ev plan di bin navê `fermana qanûnê` de dê bê kirin. Civaka êzidî tu carî qir nabe, ji ber ku xwedî vîn e û bi axa xwe ve girêdayî ye."

Silêman berxwedana gelê Şengalê ya li hemberî hêzên desthilatdar pîroz kir û serkeftin ji wan re xwest.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/x4eDlgcGeoU" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>