​​​​​​​Desteya Rûspiyan qetilkirina Hayis El-Ciriyan şermezar kir

Desteya Rûspiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê qetilkirina rûspiyê eşîra Benî Seba Hayis El-Ciriyan ji aliyê çeteyên Dîfaa El-Wetenî ve şermezar kirin û bang li tevahî eşîrên Ereb kir ku li pey hewldanên derxistina fîtneyê yên ku ev komên çete dixwazin pêk bînin, neçin.

​​​​​​​Desteya Rûspiyan qetilkirina Hayis El-Ciriyan şermezar kir
23 nîsan, 2021   20:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Rûspiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî qetilkirina rûspiyê eşîra Benî Seba Hayis El-Ciriyan ji aliyê çeteyên Dîfaa El-Wetenî ve daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Sûc û kiryarên ku çeteyên Dîfaa El-Wetenî yên li Qamişlo û hewldanên wan ên derxistina fîteneyan di navbera pêkhateyên herêmê de, bi armanca derbekirina aştiya şêniyan, jiyana hevbeş, ewlehî û aramiya  ye ku bi keda bi hezaran şehîdên ji pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk hatine.

Ev çete nûnertiya eşîrên Ereb û nirxa wan ên resen nakin, lê belê ev komeke ji derveyî qanûnê ne û girêdayî ajandeyan e, da ku ewlehî û aramiya herêmê têk bibin û bazirganên hişbiran in û diz in.

Bi wê re Hêzên Ewlekariya Hundirîn destwerdan kir û bersiva êrişên û zêdegaviyan wan dan û sînorek ji sûcên wan ên terorîst re danî. Nîşaneya vê yekê jî hedefgirtina sembolekî eşîrên Ereb Hayis El-Ciriyan bi navê Ebû Lorans ê rûspiyê eşîra Benî Seba ya qebîleya Teyî, lê belê li pêş mala wê hate sîuqastkirin û şehîdxistin.

Em Desteya Rûspiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li gelê me û tevahî eşîrên Ereb ên resen dikin ku li pey van hewldanên fîtneyê yên ev komên çete dixwazin derxin, nebin."

(fr)

ANHA