Koçberên Efrînê: Dagirkeriya Tirk vîna me naşkîne

Koçberên Efrînê gotin, êrişên dewleta Tirk vîna wan naşkîne, her wiha teqez kir ku ew ê li hemberî hemû cûre êrişan li ber xwe bidin heta vegerin Efrînê.

Koçberên Efrînê: Dagirkeriya Tirk vîna me naşkîne
23 nîsan, 2021   05:54
ŞEHBA- LÎNDA ŞÊX

Beriya çend rojan balafireke bê mirov a dewleta Tirk a dagirker girê navçeya Til Rifetê ya kantona Şehbayê bomebebaran kir.

Li ser mijarê, koçberê ji Efrînê yê bi navê Mihemed Xelîl ku li navçeya Til Rifetê dimîne got: "Piştî ku em bi darê zorê koçberî kantona Şehbayê hatin kirin, dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên li dijî sivîlên li navçeyê ranewestand, rojane bê serûber êriş dike, di encamê de heta niha bi dehan sivîl şehîd bûn."

Mihemed Xelîl got, tevî ku bi hezaran sivîl li nêzî girê Til Rifetê bi cih bûne, lê balafireke bê mirov a dewleta Tirk a dagirker gir bomebebaran kir.

Xelîl helwesta rêxistinên hiqûqî yên ku îdiaya mirovahiyê dikin şermezar kir û got: "Çavê xwe li ser rewşa koçberên Efrînê û sûcên ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî wan pêk tînin, digirin."

Şêniya bi navê Heyat Mihemed wiha axivî:" Dagirkeriya Tirk bi domdarî koçberên Efrînê topbaran dike da ku vîna me bişkîne, lê ew di vê yekê de bi ser nakeve."

Heyat piştrast kir ku ew dê li hember tevahî êrişên hovane li ber xwe bidin heta ku vedigerin Efrînê.

(dm)

ANHA