Li Tunisê şoreşa jinan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate pênasekirin

Endamên Komeleya Jîn a Jinan û Nivîsgeha Têkiliyên Derve ya Kongreya Star, li Tunisê bi gelek rêxistin û kesayetên çalak ên jinan re civiyan. Di nîqaşan de jinên Kurd, şoreşa jinan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê nasand û rêbazên xurtkirina xebatên hevbeş hatin gotûbêjkirin.

23 nîsan, 2021   06:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Seroka Komeleya Jîn a Jinan a Lubnanê Buşra Elî û endama Nivîsgeha Têkiliyên Derve ya Kongreya Star Zêneb Mihemed serdana Tunisê kir û hevdîtin bi gelek rêxistin û kesayetên çalak ên jinan re pêk anîn.

Ji girîngtirîn wan hevdîtinan; civîna bi Yekitiya Nîştimanî ya Jinan a Tunisê, Komeleya Jinan a Lêkolîn û Geşepêdanê ya Jinan, hevdîtina bi Dr. Emîme El-Cebûnî, bi endama Desteya Rêveber a Weqfa Parastina Mafên Mirovan a Tunisê, endama Komîteya Jinan a Partiya Tevgera Tunis ber bi pêş ve Ehlam Yusif, seroka Komeleya Piştgiriya Însiyastîfên Warê Cotkarî Selwa Kino, çalakvana warê Têkoşîna Jinan Dr. Emal Qiramî, pispora zanistên islamî û mamosteya peymangeha zanistên islamî ya Tunisê Dr. Neciye El-Werîmî, endama Rêxistina Hevbendiya ji bo Wekheviya Mîrasê ya Tunisê Selwa Qîqe.

Di hevdîtinan de pênasekirin û dîtina rêbazên xurtkirina xebatên hevbeş, veguhastina tecrubeyan li ser rasta têkoşîna jinan, nasandina doza jinên Kurd bi giştî û şoreşa jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hatin nîqaşkirin.

Endama Rêxistina Hevbendiya ji bo Wekheviya Mîrasê Selwa Qîqe rolek di lidarxistina van hevdîtinan de lîst.

Di serdanê de li navenda Komeleya Jinan a Demokratîk a Tunisê gelek çalakî bi tevlêbûna nivîskar Naîle El-Zoglamî û endama desteya rêveber a komeleyê Fethiye Hîzim li dar ketin.

Her wiha bi serokatiya seroka komeleyê Yusra Firaws panelek hat lidarxistin. Di panelê de parastina azadiyên takekesî hatin nîqaşkirin. Hemwextî wê pêşangehek der barê wêneyên parêzvanên mafan li Peymangeha Fransî ya li paytexta Tunisê de li dar ket.

(şx)

ANHA