Li Qamişloyê yek ji rûspiyên êla Benî Seba hate qetilkirin

Yek j rûsipiyê êla Benî Seba Hayis El-Ciriyan piştî ku beşdarî civîna rawestandina êrişên çeteyên El-Dîfaa El-Wetenî li dijî Hêzên Ewlekariya Hundirîn bû, hate hedefgirtin.

Li Qamişloyê yek ji rûspiyên êla Benî Seba hate qetilkirin
23 nîsan, 2021   05:53
QAMIŞLO

Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatine bidestxistin, yek ji rûspiyê êla Benî Seba Hayis El-Ciriyan piştî civîna bi çeteyên Dîfaa El-Wetenî re yên girêdayî hikumeta Şamê hat hedefgirtin. Civîn bi armanca rawestandina êrişên çeteyên Dîfaa El-Wetenî yên li dijî Hêzên Ewlekariya Hundirîn û sivîlên li Qamişloyê li dar ket.

Her wiha hat bibîrxistin ku Hayis El-Ciriyan li pêşiya mala xwe ya li bakurê rojhilatê Nexweşxaneya Wetenî ya li Qamişloyê bi 3 guleyan hat hedefgirtin ku di bin kontrola çeteyên Dîfaa El-Wetenî de bû. Tevî ku El-Ciriyan rakirin nexweşxaneyê û hemû hewldanan bijîşkan, di berbanga îro de jiyana xwe ji dest da.

El-Ciriyan ji kesayetên welatparêz e ku bi fikirê netewa demokratîk bawer dikir û her tim bang li yekitiyê û dûrketina ji fitneyê dikir. Gelek zarokên wî di nava Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) de hene.

(şx)

ANHA