Bi 3 moşkan êrişî baregeha DYA'yê ya li Bexdayê kirin

Baregeha DYA'yê ya "Vîktoriya" ya di balafirgeha navneteweyî ya Bexdayê de bi 3 moşekan bû hedef.

Bi 3 moşkan êrişî baregeha DYA'yê ya li Bexdayê kirin
22 nîsan, 2021   21:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî medyayên iraqî, bi 3 moşekan êriş li dijî Baregeha DYA'yê ya "Vîktoriya" ya di balafireha navneteweyî ya Bexdayê de pê hat û têkildarî ziyanên canî agahî nehatin bidestxistin.

Çavkaniyên ewlehiya Iraqê jî got, moşek li derdora balafiregehê ketin.

Heta niha tu aliyê êriş negirtiye ser xwe.