​​​​​​​Cotkarên pembo ji ber kêmbûna ava Firatê bi fikar in

Cotkarên pembo yên li Reqayê ji ber kêmkirina rêjeya ava çemê Firatê bi fikar in. Cotkaran bang li rêxistinên civaka navneteweyî û Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî kir ku dawî li sûcên dewleta Tirk bînin.

​​​​​​​Cotkarên pembo ji ber kêmbûna ava Firatê bi fikar in
23 nîsan, 2021   03:00
REQA-EHMED EL-ESAF

Her sal bi destpêka meha Nîsanê re cotkarên Reqayê dest bi amedekirina çandina pembo dikin. Çandina pembo ji hilbirînên bingehîn e ku li herêma Firat tê çandin û di rêza duyem piştî genim tê.

Herêma Reqayê bi çandina tevahî cureyên pembo navdar e û cotkar pişta xwe didin vê mewsimê bingehîn a berhemdar ku ji her donimekî 500 kîlo tê û derfetên kar ji hezaran malbatên li herêmê re peyda dike.

‛COTKAR JI BER KÊMBÛNA RÊJEYA AVA ÇEMÊ FIRATÊ JI ÇANDINA PEMBO BI FIKAR IN’

Çandina pembo ji hilbirînên havînê ye, ji ber wê jî bi rêk û pêk pêdivî pir bi avê heye, lê ji ber ku dewleta Tirk avê qut dike û rêjeya ava çemê Firatê kêm bûye, cotkar der barê çandina pembo de bi fikar in.

Cotkarê ji gundewarê başûrê Reqayê Sultan El-Şihab der barê vê rewşê de bi gazin e û got :" Ji ber kêmkirina ava çemê Firatê em pir bi fikar in û ev sedem e ku cotkar naxwazin pembo û hilbirînên havînê biçînin."

El-Şihab diyar kir ku heger dewleta Tirk kêmkirina ava çemê Firatê bidomîne dê bi xwe re karesteke mezin ji şêniyên herêma hawiza Firatê re bîne.

Cotkarê bi navê Îbrahîm El-Hesen ê ji gundewarê başûrê Reqayê got: "Lêçûnên çandina pembo pir bûha ye. Ez ditirsim ku hemû pereyên xwe ji bo çandina pembo deynim. Her wiha tu nîşaneyeke zelal tuneye ku ava vegere mîna astên berê û tu jêderên altarnatîfê ji bo avdana pembo tune ne."

Cotkarê bi navê Ehmed El-Xelef ê ji gundewarên rojavayê Reqayê da zanîn ku îsal ji ber bilindbûna lêçûna çandiniyê û kêmbûna avê rûbera çandiniyê kêm kiriye, her wiha ji bilî çandiniyê jî tu kar tune ye.

El-Xelef got, par wî 15 donim çandin û îsal 10 donim çandine  û wiha domand: "Dibe ku lêçûna her donimekî pembo heta dawiya demsalê; bi taybet di şert û mercên daketina nirxê lîreya Sûriyê û tevahî madeyên çandiniyê û derman ku bi dolaran tê kirîn, dighêje zêdetirî 600 hezar lîreyên Sûriyê û di sals borî de digihaşt 200 hezar lîreya Sûriyê."

Cotkaran bang li aliyên navneteweyî têkildar  kirin ku zext li ser dewleta Tirk bikin da ku ji nû ve ava Firatê biherikîne. Cotkaran piştrast kir dewleta Tirk şerê gel di peydakirina pêdiviyên jiyanî de dike û dixwaze herêmê ji aliyê aborî ve tune bike.

Her wiha bang li Komîteya Çandinî û Avdanê ya Reqayê kir ku alîkariya pêwîst der barê mewsimê pembo de ji cotkaran re peyda bikin da ku zirarê li cotkaran siviktir bikin.

PLANSAZIYA PIŞTEVANIYA BERHEMA PEMBO

Der barê destekdayîna mewsimê pembo û sebzeyên havînê de, endamê Komîteyê Çandiniyê ya Reqayê Mihemed Receb diyar kir ku plansaziyeke çandiniyê ji bo destkdayîna hilbirînên havînê hat dayîn û ji sedî 30 ji rûberên çandiniyê yên ji hêla Komîteyên Çandiniyê ve hatine ruxsetkirin e.

Li gorî Receb, dê semada urea û phosphate belav bikin û ji her donimekî pembo û sebzeyan re 45 kîlo semad hatiye veqetandin, li gel wê jî dê piştevaniya çandiniyê bi rêya avdana bi bîran bi mazotê bikin, da ku jenetoran pêxin û ji her donimekî re 6 lître mazot bi 75 lîreya Sûriyê tê dayîn.

Her tûrekî semada urea bi 17,5 sentên amerîkî ye û phoshat jî bi 21 sentan e.

Li ser mekanîzmeya ruxsetkirinê, Receb wiha gotina xwe bi dawî kir: "Li ser du rêbazan ruxset ji cotkaran re tê pêşkêşkirin, ya yekê ruxsetkirina ji komeleyê re bi giştî yan jî ruxsetkirina ferdî ji bo bîran. Piştre cotkar berê xwe didin Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê û Gerînendetiya Sotemendiyê (Sadkob) a Reqayê da ku piştevaniya xwe wergire."

 (dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/8_WKrYz5nQM" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>