Şehîd Hayis El-Ciriyan bi merasîmekê hate oxirkirin

Şêniyên Qamişloyê ji bo oxirkirina şehîd Hayis El-Ciriyan li Goristana Şehîd Delîl Saroxan merasîm li dar xist.

Şehîd Hayis El-Ciriyan bi merasîmekê hate oxirkirin
Şehîd Hayis El-Ciriyan bi merasîmekê hate oxirkirin
Şehîd Hayis El-Ciriyan bi merasîmekê hate oxirkirin
Şehîd Hayis El-Ciriyan bi merasîmekê hate oxirkirin
23 nîsan, 2021   11:54
QAMIŞLO

Gelek şêniyên Qamişloyê û navçeya Til Hemîsê û rûspiyên êlên herêmê tevî endamên saziyên sivîl û leşkerî yên Rêveberiya Xweser tev li merasîma oxirkirinê bûn.

Duh bi şev piştî civîna bi çeteyên Dîfaa El-Wetenî re yên girêdayî hikumeta Şamê, rûspiyê êla Benî Seba Hayis El-Ciriyan ji aliyê çeteyên Dîfaa El-Wetenî ve hate şehîdxistin.

Di merasîmê de hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê Mehsûm Hesen axivî, sersaxî da malbata şehîd û got: “Em destpêkê sersaiyê didin xwe û didin malbata şehîd Hayis El-Ciriyan.”

Hesen destnîşan kir ku şehîd Hayis El-Ciriyan her tim hewl dida pêkhateyên herêmê li hev bike, fitneyê û jêderên wê tune bike.  Hesen wiha domand: “Çeteyên Dîfaa El-Wetenî hewl didin fitneyê di navbera pêkhateyên herêmê de derxin lê em ji van siyasetan baldar in.”

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan  wesîqeta şehadeta Hayis El-Ciriyan xwend û radestî malbata şehîd kir. Piştre cenaze li gundê Şermûx ê navçeya Til Hemîsê hat veşartin.

 (şx)

ANHA