Li Dirbêsiyê dewriyeya  hêzên Rûsyayê û dagirkeriya Tirk pêk hat

Polîsên leşkerî yên Rûsyayê û leşkerên dewleta Tirk a dagirker li rojavayê gundewarên navçeya Dirbêsiyê dewriyeyeke hevbeş pêk anî.

Li Dirbêsiyê dewriyeya  hêzên Rûsyayê û dagirkeriya Tirk pêk hat
22 nîsan, 2021   10:13
HESEKÊ

Ji destpêka pêkanîna lihevkirinên Soçiyê ve yên di 22’yê Cotmeha 2019`an de yên di navbera serokê Rûsya û Tirkiyê de, ev dewriyeya 46`an e ku li gundewarên navçeya Dirbêsiyê tê pêkanîn.

https://www.hawarnews.com/ar/uploads/files/2021/04/22/081118_2021-4-22-alderbasiya-dewriya-hiv-bis-28429.jpg

Dewriye ji gundê Şirk ê li rojavayê navçeya Dirbêsiyê dest pê kir. Dewriye ji 5 panzêrên Rûsyayê û 4 ên dewleta Tirk a dagirker û 2 helîkopterên Rûsyayê pêk hat.

Tê payîn ku dewriye li gundewarên rojava û rojhilatê navçeya Dirbêsiyê bigere û di gundên Şirk, Qirmanê, Til Gidîş, Xenamiyê, Ker Betelî, Til Teyrî, Baba Mehûdî, Til Kermê, Xaskê, Bohriyê, Cewheriya û Xerezê re derbas bibe.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/nww7ouzeGPI" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>