Parêzerên rêber Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê da

Parêzerên rêberê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtina bi muwekîlên xwe re serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê da.

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê da
22 nîsan, 2021   10:31
NAVENDA NÛÇEYAN 

Raziye Ozturk, Rêzan Sarica, Faîk Ozgur Erol û Cengîz Yureklî yên ku parêzerên rêberê Abdullah Ocalan in ji bo hevdîtinê serî li serdozgeriyê dan.

Ji 14’ê Adarê ve dema ku idîayên li ser rewşa tenduristî û ewlekariya rêberê Abdullah Ocalan hatibû belavkirin, daxwaza hevdîtina bi lezgînî tê dubarekirin. Li gel ku gelek caran serlêdan hatibe kirin jî heta niha ne bersiveke erênî û ne jî ya neyînî nehatiye dayîn.

Parêzer piştî 8 salan cara pêşîn di 2’ê Gulana 2019’an de û di heman salê de di 7’ê Tebaxê de bi muwekîlên xwe re rûniştibûn.