Encamên êrişên dewleta Tirk ên li gundê Hoşan ê Eyn Îsayê

Êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Eyn Îsayê bê navber berdewam dikin. Herî dawî di topbarana li ser gundê Hoşan de gelek mal û avahiyên sivîlan rûxiyan.

Encamên êrişên dewleta Tirk ên li gundê Hoşan ê Eyn Îsayê
22 nîsan, 2021   10:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, di êrişên li ser navçeya Eyn Îsa û gundewarên wê de sivîlan dikin hedef. Herî dawî gundê Hoşan ku dikeve rojavayê navçeya Eyn Îsa û li ser rêya M4 e, bi dijwarî topbaran kirin.

/kr/uploads/files/2021/04/22/100409_dscn1374.webp

Di topbarana li ser gundê Hoşan de gelek mal û avahiyên sivîlan rûxiyan. Piştî berxwedana 3 rojan ku gel û şervanan li Eyn Îsayê di 19’ê Adarê de li hember artêşa dagirker nîşan da û êrişên wan têk birin, ji ber netehemûlkirina têkçûna xwe, êrişên xwe dijwartir kirine.

Ev demek dirêj e navçeya Eyn Îsa û gundewarên wê dibin armanca êrişên dagirkeriyê. Hêjayî gotinê ye ku di van êrişên dawiyê de çekên qedexekirî tên şixulandin û bi van çekan welatiyên herêmê tên hedefgirtin.

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/OiFFb9eu1kY" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>