Di êrişa Îsraîlê ya li dijî Sûriyê de efserekî hikumeta Şamê hat kuştin

Di topbarana Îsralê ya şeva din a li dijî navendeke parastinê ya hewayî ya li herêma El-Dimêr a Şamê de, efserekî hêzên hikumeta Şamê hat kuştin û 3 jî birîndar bûn.

Di êrişa Îsraîlê ya li dijî Sûriyê de efserekî hikumeta Şamê hat kuştin
22 nîsan, 2021   09:50
 NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) di topbarana Îsraîlê ya li dijî navenda parastinê ya hewayî ya girêdayî hêzên hikumeta Şamê de efserek hatiye kuştin.

Îsraîlê ji bo bersivdayîna moşekekê ji Sûriyê ber bi Îsraîlê ve, vê sibê êrişî derdora Şamê kiribû.

(şx)