Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi şandeyeke leşkerî ya Rûsya û hikumeta Şamê re dicive

Li gel berdewamkirina êrişên Dîfaa El-Wetenî, di van kêliyan de şandeyeke hevbeş a polîsên leşkerî yên Rûsyayê û efserên hêzên hikumeta Şamê li çerxerêya El-Wehdê ye.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi şandeyeke leşkerî ya Rûsya û hikumeta Şamê re dicive
22 nîsan, 2021   09:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeya Rûsya û hikumeta Şamê bi fermandarên Hêzên Ewlekariya Hundirîn re dicivin û li gorî agahiyan efserên hêzên hikumeta Şamê yên payebilind in.

Şandeyê rewşa agirbesta ku milîsên Dîfaa El-Wetenî binpê kiriye, şopand.

Ruxmî hewldanên Rûsya û hikumeta Şamê jî, siyasetmedarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar dikin ku milîsên Dîfaa El-Wetenî bêyî erêkirina her du aliyan nikarin tiştekî bikin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Z5lO4vxLTz4" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>