‘Ambargo û qutkirina avê di Remezanê de li dijî hemû olan e’

Mele Elî Yildiz diyar kir ku ambargoya li ser herêmê ya ku di encama girtina dergehan de çêbûye, qutkirina ava Firatê ya li ser sûriyan û pêkanîna êrişên di meha Remezanê de bi rêgezên hemû olan re bi nakok in û got idîayên dewleta Tirk ku bi navê îslamê bang dike, derew in.

‘Ambargo û qutkirina avê di Remezanê de li dijî hemû olan e’
22 nîsan, 2021   08:20
KOBANÊ - NÎHAD KERHO

Sûcên dewleta Tirk ên li ser erdê nerastiya îdiayên berpirsên AKP`ê îsbat dikin ku nûnertiya îslamê  û pêkanîna wê dikin. Dewleta Tirk û çeteyên wê bi navê ola îslamê bi sed hezaran welatî dan koçberkirin, bi hezaran qetil kir û rûbereke mezin ji xaka Sûriyê dagir kir.

Bi rasthatina meha Remezanê re, dewleta Tirk a dagirker rêjeya ava Firatê ku diherike xaka Sûriyê kêm kir, di encamê de saetên qutkirina kehrebeyê jî zêde bûn, mewsima çandiniyê û masîvanî derbe xwar û ava vexwarinê jî bi dijwarî tê peydakirin.

Li rex wê jî çeteyên artêşa Tirk ji beriya çend rojan ve ava vexwarinê li ser Hesekê qut kir.

Li kêleka sûcên dewleta Tirk, hikumeta Şamê jî dergehên di navbera herêmên di bin kontrola wê de û herêmên Rêveberiya Xweser de girtin, di encamê de tevî aloziya aborî ya ku Sûriyê tê re derbas dibe, gelek made li sûkan kêm bûn û bihabûneke giştî çêbû.

Têkildarî mijarê oldarekî Kurd bi navê Mele Elî Yildiz axivî û got sûcên ku dewleta Tirk û hikumeta Şamê dikin, jê qutkirina avê û girtina dergehan ji bo van aliyan tiştekî normal e, lê di rastiya xwe de yesayên îlahî bin pê dikin.

Mele Elî Yildiz destnîşan kir ku gelê herêmê di meheke bi xêr û berket re derbas dibe ku ew jî meha Remezanê ye û armanca her du hikumetan ji qutkirina avê û xwarinê diyar e û bi olan re bi nakok in.

Mele Elî Yildiz diyar kir ku bi rewşên ku îro ew dibin şahidê jê qetilkirina sivîlan, mirov tê digihêje ku dîrok xwe dubare dike û ev yek lê zêde kir: "Beriya niha dewleta Tirk a dagirker bi navê îslamê sivîl qetil kirin û îro heman şêwazî dubare dike, demgrafiya herêmê bi rêya bicihkirina malbatên çeteyan li herêmên dagirkirî diguhere."

Oldar Yildiz di berdewama gotina xwe de got:" Dîroka dewleta Tirk bi komkujiyên li dijî gelê Kurd tê naskirin, mînaka vê yekê jî komkujiya Dêrsimê û Agrî ye. Lewma mirov dikare bibêje ku dewleta Tirk li ser qetilkirinê mezin bûye. Xwedê ev yek heram kiriye, ji ber qetilkirina kesekî/ê beyî sedem wekî qetilkirina mirovahiyê tevahî ye."

Yildiz da zanîn ku sûcên artêşa Tirk li herêmên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir kirine, dike, jê qetilkirin, koçberkirin, birçîkirin, wêrankirina xwezayê, dizî, destdirêjî, siyaseta tirkkirinê û guhartina demografiyê, isbat dike ku îdyolojiya wê nehatiye guhartin û sembola wê gur e, gur jî lawireke ku tenê qetilkirinê nas dike û nêçîra xwe bi saxî dixwe.

Yildiz got divê ew bi siyaseta şêxên girêdayî dewleta Tirk ku dixwazin mêjiyê mirovan bişon, neyên xapandin û ji dijminê xwe lêborînê naxwazin û wiha domand:" Ji ber ku ev ji bo wan bê rûmetî ye, lê divê li hemberî dijmin bisekinin, ji ber ku kesên li ser heqiyê bêdeng dimînin, dijminê xwedê ne. Yildiz da xuyakirin ku kesê dijminê xwe nas neke nikare li hemberî wî şer bike û bi ser nakeve."

Oldarê Kurd îşaret pê kir ku divê gelê Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe yên Kurd, Ereb û Asûrî bi hevgirtina xwe planên tirkî-sûrî têk bibin, ji ber ev tekane çareseriya têkbirina planên wan in.

Mele Elî Yildiz bang li gelê herêmê kir ku ji siyaseta dewletên herêmî hişyar bin, ji ber ku dixwazin li ser hesabên gelan berjewendiyên xwe pêk bînin û wiha gotina xwe bi dawî kir: "Destwerdana dewletên hegemonîk a li ser herêmê tê wateya ku dixwazin Rojhilata Navîn serwer bikin, ne ku parastina gelan bikin. Lewma mirov tê digihêje ku ev dewlet hevkar in û berjewendiyên wan yek in."

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/-N4GwPvSYGY" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>