Di sala 2020’an de 483 kes hatin darvekirin

​​​​​​​Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî rapora xwe ya sala 2020’an ya cezayên darvekirinê eşkere kir. Li gorî raporê li cîhanê di 2020’an de 483 kes hatine darvekirin.

Di sala 2020’an de 483 kes hatin darvekirin
22 nîsan, 2021   08:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî rapora Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî li Misirê hejmara cezayên darvekirinê yên di salekê de pêk hatine, sê qatan zêde bûye.

Di raporê de tê gotin ku Çînê ji bo sûcên têkildarî tedbîrên vîrusa koronayê asteng bike, cezayê darvekirinê daye.

Li gorî raporê rêveberiya berê ya DYA’yê di nîvê 2020’an de 10 kes darve kiriye. Îran, Misir, Iraq û Erebistana Siûdî bi rêjeya ji sedî 88 ji darvekirinên ku di sala 2020’an de li cîhanê pêk hatine, berpirsiyar in.

Her wiha li gorî raporê, li Rojhilata Navîn û Afrîkaya Bakur Îran bi rêjeya ji sedî 56 berpirsiyara cezayên darvekirinê ye. Li Bahreyn, Belarûs, Japonya, Pakistan, Sîngapûr û Sûdana ku di sala 2019’ê de cezayê darvekirinê hebû, di sala 2020’an de ev ceza pêk nehatiye.

Di raporê de tê gotin ku di sala 2020’an de li Çad û eyaleta Coloradoyê ya DYA’yê cezayê darvekirinê rabûye. Kezexistanê misoger kiriye ku ew ê li gorî hiqûqa navneteweyî tev bigere û cezayê darvekirinê rake. Barbadosê pêvajoya reformê ya ku darvekirina mecbûrî radike, temam kiriye.

Li gorî raporê, Misira ku di sala 2020’an de jî cezayê darvekirinê pêk aniye, hejmara darvekirinan li gorî sala borî sê qatan zêdetir kiriye. Hindistan, Uman, Qeter û Taywan ji wan welatan e ku cezayê darvekirinê din û pêk tînin.

Di raporê de 5 welatên di sala 2020’an de herî zêde mirov lê hatine darvekirin ev in: Çin, Îran, Misir, Iraq û Erebistana Siûdî.

Di raporê de tê diyarkirin ku par herî kêm 483 kes hatine darvekirin ku jê 16 jin bûn. Çîn, Koreya Bakur, Sûriye û Vîetnam daneyên derbarê darvekirinan de weke sirên dewletê dihesibînin û parve nakin. Ji ber wê ye ku di nava vê hejmarê de hejmarên van çar welatan nînin.

Li gorî raporê li cîhanê cezayê darvekirinê li gorî sala 2019’an bi rêjeya ji sedî 26 û li gorî 2015’an bi rêjeya ji sedî 70’î kêm bûye.