​​​​​​​Rûsya ji ber hevkariya leşkerî ya di navbera Ukrayna û Tirkiyê de bi fikar e

​​​​​​​Li gel alozbûna têkiliyên di navbera Rûsya û Ukraynayê de li ser sînor, Rûsyayê hişyarî da Enqereyê ku alavên leşkerî û dronan nefiroşe Ukraynayê.

​​​​​​​Rûsya ji ber hevkariya leşkerî ya di navbera Ukrayna û Tirkiyê de bi fikar e
22 nîsan, 2021   08:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Rûsya ji hevpeymana muhtemel a bi Enqereyê re ku li gorî wê Ukraynayê dronan bi dest bixe, bi fikar e. Li gorî ajansa Tas a Rûsyayê, cîgirê serokwezîrên Rûsyayê Yurî Borisov roja çarşemê piştî xîtaba salane ya serokê Rûsyayê Valdimîr Pûtîn a li pêşiya Komeleya Federal, got heke Tirkiyê dronan bifiroşe Ukraynayê, Rûsya dê îhtîmala pêkhatina hevkariya leşkerî û teknolojî bi Tirkiyê re, di ber çavan re derbas bike.

Her wiha ajansê ku agahiyên xwe dispêre rayedarekî, diyar kir ku dema ji Borisov hat pirsîn ku heke Tirkiyê dronan bifiroşe Ukraynayê, dê Rûsyayê hevkariya leşkerî pê re rawestîne wiha bersiv da: "Em dê her rewşekê cuda binirxînin."

Rojnameyeke tirkî di 15`ê Nîsanê de ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyekî ku nexwest navê xwe eşkere bike, gotibû Enqere amade ye çek û dronan bifiroşe hemû dewletan di nav de Rûsya.

Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di 12`ê Nîsanê de girêdayî hinek raporên têkildarî firotina Enqereyê dronan ji Kîevê re, gotibû Moskov bang li dewletên berpirs kiriye di nav de Tirkiyê ku rewş û daxuyaniyên dijminane yên Kîevê analîz bikin û têkildarî vê yekê hişyarî dabû.

(dx)