Çalakiya grevê ya girtiyan di roja 147’an de didome

Çalakiya greva birçîbûnê ku li girtîgehên Tirkiyê li dijî tecrîdkirina rêber Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan dest pê kir, di roja 147’an de berdewam dike.

Çalakiya grevê ya girtiyan di roja 147’an de didome
22 nîsan, 2021   07:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Girtiyên siyasî yên ji doza PKK û PAJK’ê, di 27’ê Mijdara 2020’an de bi armanca bi dawîkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û şermezarkirina binpêkirinên mafên mirovan ên di girtîgehan de, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir.

Çalakiya girtiyan roja xwe ya 147’an de ji aliyê koma 30’emîn ve berdewam dike.

ÇALAKIYA LI MEXMÛRÊ DI ROJA 126’AN DE YE

Li Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) li dijî tecrîda li Îmraliyê, bi pêşengiya jinan di 18’ê Kanûna 2020’an de çalakiya greva birçîbûnê dest pê kir. Çalakî li Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê dewam dik û di roja 126’emîn de berdewam dike.

KAMPA LAVRÎO YA YEWNANISTANÊ

Welatiyên li kampa Lavrîo ya Yewnanistanê jî, ji bo bidawîkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir. Çalakiyê bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), Tevgera Jinên Kurdistanê ya Ewropayê (TJK-E) û Navenda Çanda Kurdistanê dest pê kir û 109 roj li pey xwe hiştin.