Li Pakistanê di otelekê de teqînek pêk hat

Li Pakistanê di otelekê de ku balyozê Çînê jî lê dima, teqînek pêk hat. Hate ragihandin ku di teqînê de gelek kes mirine û hikumeta Hindistanê bi pêkanîna vê teqînê hate sûcdarkirin.

 Li Pakistanê di otelekê de teqînek pêk hat
22 nîsan, 2021   07:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Bûyer li herêma Belûcistanê ya dagirkirî ya li başûrê rojavayê welêt qewimî. Li oteleke luks a li paytexta Belûcistanê Quettayê, teqîn pêk hat ku li gorî texmînan 'êriş' e.

Wezîrê karên hundir Şêx Raşîd Ahmed anî ziman ku li gorî agahiyên destpêkê, di encama teqînê de herî kêm 4 kes mirine. Ahmed diyar kir ku di teqînê de herî kêm 12 kes jî birîndar bûne.

Yek ji mêvanên otelê, balyozê Komara Gel a Çînê yê li Îslamabadê û şandeya Çînê bû. Hate ragihandin ku balyoz û şandeya pê re di dema teqînê de li derveyî otelê bûn.

Balkêş e ku wezîrê karên hundir piştî teqînê Hindistan sûcdar kir. Lê belê wezîr têkildarî vê sûcdariyê tu delîl pêşkêş nekirin.