Piştî agirbestê rewşa Qamişloyê aram e

Piştî agirbesta ku di navbera Hêzên Ewlekariya Hundirîn û polîsên leşkerî yên Rûsyayê de li şûna milîsên Dîfa El-Wetenî çêbûye, rewşa Qamişloyê aram e. Tê payîn ku agirbest heta saetên piştî nîvro bidome.

Piştî agirbestê rewşa Qamişloyê aram e
22 nîsan, 2021   07:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Pêr piştî ku milîsên Dîfaa El-Wetenî êrişî Hêzên Ewlekariya Hundirîn kir, şer derket.

Di çarçoveya bersivandinê de, Hêzên Ewlekariya Hundirîn li taxa Teyî bi pêş ket û navenda milîsên Dîfaa El-Wetenî “Mefrezet Lîlo” a li bakurê rojhilatê taxa Teyî kontrol kir ku navenda bicihbûna milîsan bû.

Ji bo wê şandeyeke hevbeş a polîsên leşkerî yên li balafirgeha Qamişloyê û Nivîsgeha Têkiliyan a Rêveberiya Xweser serdana eniyên li taxa Teyî kir.

Polîsên leşkerî yên Rûsyayê li şûna milîsên Dîfaa El-Wetenî bi Hêzên Ewlekariya Hundirîn re li hev kir û agirbest ragihand.

Ji saet 02:30`an ve, ji ber agirbestê rewşa Qamişloyê aram e. Tê payîn ku agirbest heta saetên piştî nîvro bidome.

Di encama êrişên Dîfaa El-Wetenî yên li dijî Hêzên Ewlekariya Hundirîn de endamekî Asayîşa Qamişloyê Xalid Milhêm Osman şehîd bû û 3 endam jî birîndar bûn.

(şx)

ANHA