Rojnamegerên Efrînê: Roja Rojnamegeriya Kurdî rojeke dîrokî ye

Rojnamegerên ji Efrînê got: "Roja Rojnamegeriya Kurdî rojeke dîrokî ya girîng e, rastiya Kurd û şoreşên wê, her wiha planên hêzên destpot ên ku hewl dan gelê Kurd qir bikin, eşkere kirin."

Rojnamegerên Efrînê: Roja Rojnamegeriya Kurdî rojeke dîrokî ye
22 nîsan, 2021   02:59
ŞEHBA-FÎRAS ÎBRAHÎM

22’yê Nîsanê, Roja Rojnamegeriya Kurdî ye. Di 22`yê Nîsana 1898`an de li paytexta Misirê Qahîreyê rojnameya Kurdistan ji aliyê Mîqdat Mîthad Bedirxan ve hat derxistin.

' LI ROJAVAYÊ KURDISTANÊ ŞOREŞA ÇAPEMENIYÊ HATE DESTPÊKIRIN'

Bi vê boneyê, rojnamegerên kantona Efrînê li ser girîngiya vê rojê û rewşa çapemeniya kurdî ya giştî axivîn. Nûçegihana NÛJINHA Fîdan Abdullah got: "Li Rojavayê Kurdistanê li rex şoreşê, şoreşeke ragihandinê jî hate lidarxistin, li gel wê jî şoreşa jinan di ragihandinê de dest pê kir. Her wiha tevî rewşên dijwar ên li hember qonaxa şoreşê, fişarên hikumeta Şamê li dijî gelê Kurd li Sûriyê, çewisandina zimanî kurdî, qedexekirina axaftina bi zimanê dayikê û pêkanîna çanda xwe bi awayekî azad, şoreşeke çapemeniyê hate lidarxistin."

Fîdan Abdullah wiha domand: "Jin di civakê de hatiye bênasnamekirin û bêrolkirin. Astengiyên ku li pêşiya xebatên me derdikevin sedama vê yekê ne."

Fîdan Abdullah destnîşan kir ku berxwedana ku rojnamgeriya kurdî di dirêjahiya dîrokê de pêk aniye, hişt ku ev merheleya pêşketî bi derkeve, bi taybet di şoreşa Rojava de û got, ragihand dengê civakê bû û rastiya şoreşê ji civakê re eşkere kir.

Fîdan Abdullah îşaret pê kir ku hin dezgehên çapemeniyê yên ku bi navê kurdan dixebitin, hewl didin rastiya şoreşa Rojava berovajî bikin û fîtneyan di navbera pêkhateyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de derxînin û wiha got: "Lê me rastiya vê yekê ji raya giştî re eşkere kir."

Fîdan Abdullah wiha gotina xwe bi dawî kir: "Astengiyên ku li pêşberî me derdiketin, hêz, vîn û hezkirina me ya ji xebatê re xurt dikir, ji ber ku armanca me ew e ku em bibin dengê civakê û rastiyê eşkere bikin."

‛ROJEKE DÎROKÎ YE’

Li aliyekî din jî nûçegihanê RONAHÎ TV Zekeriya Şêxo li ser Roja Rojnamegeriya Kurdî û astengiyên li pêşberî xebata wan derketine, bi taybet astengiyên di dema êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî Rojavayê Kurdistanê de, êrişên li ser kantona Efrînê ya dagirkirî, rewşa şêniyên Efrînê yên koçber ên di kampên Şehbayê de dimînin û sûcên dagirkerî û çeteyên wê yên li dijî şêniyên resen ên li Efrînê kirin.

Şêxo wiha got: "Ji bo gelê Kurd û xebatkarên saziyên ragihandinê Roja Rojnamegeriya Kurdî rojeke dîrokî ye. Ji ber ku rojnamgeriyê roleke girîng di eşkerekirina rastiya şoreşa Rojavayê Kurdistanê û berxwedana gelê şoreşger de ji raya giştî re lîst. Li kêlek wê jî sûcên ku dewletan li dijî gelê Kurd ên li Kurdistanê û derveyî welat de pêk dianîn hatin eşkerekirin."

Şêxo destnîşan kir ku saziyên ku ji bo berjewendiyên dewlet û partiyan dixebitin, di serî de jî dewleta Tirk a dagirker, hewl didin bi rêya dezgehên xwe yên çapemeniyê şerê taybet li dijî gelê Kurd û tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bimeşînin.

Şêxo diyar kir ku rola rojnamegeriya kurdî di jiûve perwerdekirina civakê û birêxistina wê de mezin e, her wiha planên dewletên mêtînger ên li dijî civakê, şoreşên ku li Kurdistanê rû dane eşkere kirin.

Şêxo wiha domand: "Di dema êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî kantona Efrînê de, saziyên ragihandinê roleke girîng di eşkerekirina rastiya wan êrişan û komkujiyên ku li dijî şêniyan pêk hatine de, lîst.

Zekeriya Şêxo dema ku êrişên dewleta Tirk a dagirker û berxwedana şervanên YPG û YPJ'ê dişopandin li eniyên pêş ên berxweadana li Racoyê birîndar bûbû.

Şêxo di dawiyê de got ew ê xebata xwe berdewam bikin, da ku bibe dengê koçberên Efrînê yên li kampan, jiyana dijwar a koçberan, berxwedana wan a li Şehbayê ragihîne û sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî şêniyên resen û guhartina demografîk eşkere bike.

Nûçegihana JIN TV Zîlan Mihemed di destpêka axaftina xwe de Roja Rojnamegeriya Kurdî li tevahî şehîdan pîroz kir û behsa rewşa rojnamegeriyê ya berê û niha kir û wiha got: "Rojnamegeriya kurdî di çend salên borî de, ji ber fişarên rejîmên destpot û dijwariya gihandina agahiyan ji herêmekê heta bi herêmên dîtir, di rewşeke dijwar de bû."

Zîlan Mihemed wiha gotina xwe berdewam kir: "Xebata di çapemeniyê de nepenî bû. Ji ber ku dijwar bû ku agahî bi raya giştî ya cîhanê re bihata parvekirin, da ku rastiya rejîmên destpot ên ku hewl didan gelê Kurd qir bikin, eşkere bikin. Lê belê rojnamegeriya kurdî di wê demê de hewl da bixebite û tevahî fişarên derbas bike, tevî ku rojnamgerî tevahî di çarçoveya xizmeta partiyan de bû û her parçeyeke Kurdistanê bi serê xwe bû."

Zîlan Mihemed got, bi destpêka şoreşa  gavên mezin di qada rojnamegeriya kurdî de hatin avêtin, saziyên çapemeniyê hatin vekirin, bi taybet kanal û ajansên taybet bi jinan.

Zîlan Mihemed behsa xebata jinan a berê di çapemeniyê de kir û wiha pê de çû: "Zextên ku dewlet û civakê pêk dianîn bandoreke neyinî li xebata jinan di aliyê çapemeniyê de kir."

Zîlan Mihemed da zanîn ku bi vekirina saziyên çapemeniyê yên taybet bi jinan, rastiya jinan û qirkirina ku di dirêjahiya dîrokê li ser wan pêk hatiye, hatin eşkerekirin.

Di dawiyê de li ser rola jinan di xwepêşxistina di qada ragihandinê Zîlan Mihemed wiha got: "Em nikarin bibêjin ku me tevahî astengî derbas kirine û ev yek bes e. Lê belê divê tevahî jinên ku di çapemeniyê de dixebitin xwe bi pêş bixin û ked bidin, ji ber ku em li benda merheleya bê û roleke mezin in, da ku rastî were eşkerekirin."

(fr)

ANHA 

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/kG0ygCsma8s" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>