'Êrişa li ser mala rêbertî vîna me naşkîne'

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê Hesen Ubeyd got: "Êrişa li dijî mala rêber Abdullah Ocalan me ji şopandina projeya neteweya demokratîk ku rêbertî bingehê wê daniye paşde venagerîne."

'Êrişa li ser mala rêbertî vîna me naşkîne'
21 nîsan, 2021   23:37
QAMIŞLO- ÎSAM ABDULLAH

Balafireke keşfê ya dewleta Tirk a dagirker Îna borî, malê ku rêber Abdullah Ocalan di sala 1979'an de ya gundê Elpelûrê ya rojavayê bajarê Kobanê maye bomebebaran kir. Ev mal ji bo şêniyên Kobanê bi "Mala Rêbertî" tê naskirin.

/kr/uploads/files/2021/04/21/183854_-.webp

Li ser mijarê Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê Hesen Ubeyd ji ANHA'yê re diyar kir ku dewleta Tirk bi armanca têkbirina nirxê gelê Kurd mala ku rêber Abdullah Ocalan lê dima kir hedef.

Ubeyd destnîşan kir ku dewleta Tirk  êrişên xwe yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilata Sûriyê didomîne û hewl dide ku destkeftiyên gelê herêmê têk bibe.

Ubeyd di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku dewleta Tirk dema ku di aliyê siyasî û navxweyî de tengav dibe serî li rêbazên taybet dide da ku pîroziyên gelê Kurd tune bike û wiha pê de çû: "Dewleta Tirk bi êrişên xwe yên li ser herêmê hewl dide projeya neteweya demokratîk têk bibe, ji ber vê yekê gundê Elpelûrê kir armanc. Lê bi êrişa li ser vê malê an jî êrişa li ser gund vîna gelê Kurd û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê naşkê, ji ber ku gel biryara xwe daye ku bê serok jiyan nabe."

Hesen Ubeyd diyar kir ku nameya gelên Bakur û Rojhilata Sûriyê ew e girêdana bi fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan e û got: "Tu hêz nikarin vî gelî ji rêbertî û felsefeya wî dûr bixe."

'KOMPLO BERDEWAM E'

Ubeyd anî ziman ku hedefkirina mala ku rêber Abdullah Ocalan lê dima, berdewama komploya navneteweyî û tecrîda girankirî ye û got, gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di Rêveberiya Xweser de gavên serkeftî diavêjin, ji ber ku ji fikirê wî projeyeke demokratîk girtine, ku xizmeta civakê dike.

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê di dawiya axaftina xwe de bang li gelên Bakur û Rojhilata Sûriyê û gelê Kurdistanê kir ku asta têkoşîna xwe bilind bikin heta ku azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan pêk were.

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/qzBf41RQMHA" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>