Gelo qedexeya giştî rêjeya pêketiyên vîrusa Koronayê kêm kir?

Hevserokê Heyva Sor a Kurd a Bakur û Rojhilatê Sûriyê eşkere kir ku qedexeya giştî ya ji bo pêşîlêgirtina vîrusa Koronayê hişt ku rewşên pêketinên vîrusa Koronayê li herêmê kêm bibe.

Gelo qedexeya giştî rêjeya pêketiyên vîrusa Koronayê kêm kir?
22 nîsan, 2021   00:42
NAVENDA NÛÇEYAN-EHMED MIHEMED

Piştî  belavbûna pêla sêyemîn a vîrusa koronayê û zêdebûna hejmara pêketiyan Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo pêşîlêgirtina vîrusa Koronayê gelek biryar dan.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji 6’ê vê Nîsanê ve qedexeya derketina derve ya giştî  li Qamişlo, Hesekê û Reqa heta hefteyekê ragihand û piştî wê qedexeya derkedtina derve ya giştî li tevahî herêmê ya 10 rojan ragihand.

Heke dema qedexeya giştî ya li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nehat dirêjkirin, îro qedexeya ku berê hatiye destpêkirin, bi dawî dibe.

Girêdayî mijarê, Hevserokê Heyva Sor a Kurd a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr.Şêrwan Berî diyar kir ku hejmara pêketiyan kêm bûye.

Berî wiha got: "Herêmên ku pir bi vîrusê bandor bûbûn, bajarên Qamişlo, Hesekê û Reqayê bûn, vê pandemiyê bi pêla xwe ya sêyemîn ji Adara borî ve li herêmê berbelav bû û qedexeya giştî ya ku hatiye ragihandin bandoreke erênî çêkir û pêşî li vê pandemiyê girt."

Berî wiha domand: "Rojane nîşaneyên bandora qedexeyê li ser bilindbûn an jî kêmbûna hejmara pêketiyên ji roja beriya wê eşkere dibin. Em pişta xwe nadin testên ku rojane ji pêketiyan re çêdibin, lê belê em pişta xwe didin nîşaneyên bi rêya hejmara pêketiyên ku tên nexweşxaneyan û hejmara miriyên li herêmê."

Berî diyar kir ku digel qedexeyê, hejmara pêketiyan li hin herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê sabit e û wiha pê de çû: "Li Dêrik, Qamişlo, Kobanê û Minbicê hejmara pêketiyan pir kêm bûye, berovajî Hesekê û Reqayê ku hejmara wan a rojane zêde dibin. Em hewl didin hejmara textên li nexweşxaneyên taybet bi COVID-19’an ên li herêmê zêde bikin."

Berî destnîşan kir ku ne ji qedexeya giştî û girtina giştî bûya, dê vîrus bi şêweyekî giştî berbelav bûba û dê karesateke çêbûba û zexteke mezin li navendên tenduristiyê û nexweşxaneyên COVID-19’an çêbikira, wê demê ev navend û nexweşxaneyan nikarî hejmara mezin a pêketiya pêşwaz bikira.

Berî da zanîn qedexeya giştî û qedexeya beşî dê hejmara pêketiyan û miriyên vê pandemiyê kêm bike û wiha got: "Qedexeya giştî ya hatiye ragihandin dê bandoreke erênî li kêmkirina hejmara pêketiyan û miriyan bike. Her wiha dê dedexeya giştî yan jî beşî bi awayekî mezin pêşî li berbelavbûna vîrusa Koronayê di dema pêş de bigire. Rast e pandemiyê bi dawî nake, lê dê hejmara pêketiyan kêm bike."

Berî di dawiyê de got, hejmara pêketiyên ku pêdiviya xwe bi lênirîna tenduristî û bijîşkî li nexweşxaneyan heye li Hesekê û Dêrazorê zêde dibin û hejmara kesên nexweş ên ku derbasî Nexweşxaneya COVID-19’an a li Hesekê dibe zexteke mezin çêdike.

Hejmara pêketiyên vîrusa Koronayê yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 14 hezar û 281, jê 469 mirin û hezar û 456 baş bûye.

(fr)

ANHA