ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 22-04-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 22-04-2021
21 nîsan, 2021   23:00

-Şêniyên bajarê Qamişloyê cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Xalid Hacî li goristana Şehîd Delîl Saroxan oxir dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Hevserokê Heyva Sor a Kurd a Bakur û Rojhilatê Sûriyê eşkere kir ku qedexeya giştî ya ji bo pêşîlêgirtina vîrusa Koronayê hişt ku rewşên pêketinên vîrusa Koronayê li herêmê kêm bibe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê Hesen Ubeyd got: "Êrişa li dijî mala rêber Abdullah Ocalan me ji şopandina projeya neteweya demokratîk ku rêbertî bingehê wê daniye paşde venagerîne." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rojnamegerên ji Efrînê got: "Roja Rojnamegeriya Kurdî rojeke dîrokî ya girîng e, rastiya Kurd û şoreşên wê, her wiha planên hêzên destpot ên ku hewl dan gelê Kurd qir bikin, eşkere kirin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevserokê  Meclisa Kantona Hesekê diyar kir  ku ger dewleta Tirk a dagirker qutkirina ava vexwarinê ya li ser derdora milyonek kesên li kantonê ku bi sed hezaran koçber jî lê hene, berdewam bike dê karesateke mirovî çêbibe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Êzidiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku komplo û bicihkirina hêzên leşkerî ya li Şengalê red dikin û bang li hikumeta Iraqê kir ku bi siyaseta dewleta Tirk  neyên xapandin, ji ber ku ev êriş wekî fermaneke nû ya bi armanca têkbirina hebûna êzidiyan e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Endamê Desteya Disîplîna Giştî ya PYD'ê ya herêma Firatê destnîşan kir ku armanca binpêkirinên milîsên "Dîfaa El-Wetanî" derxistina fitneyê di navbera gelên herêmê û têkbirina projeya neteweya demorkatîk e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Di salvegera destpêkirina çapemeniya kurdî de, çapemeniya kurdî ji sedsala 19`an heta roja îro di nava hewldanên pêşxistinê de ye. Lê bê guman çapemeniya Kurdan ku welatê wan di bin dagirkeriyê de ye, pêşketina wê ne ew qas hêsan e û rastî pirsgirêkên navxweyî û yên derve tê. (BI WÊNE).

CIVAK Û JIYAN

-Desteya Kar û Barên Civakî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê belavkirina alîkariyan li malbatên hewcedar didomîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şopên kêmbûna ava Firatê bi awayekî eşkere li rêjeya ava kanalên ku avê jê werdigire diyar dibe, nexasim kanalên ku bi rêya pompeyan dixebitin, di encamê de li rojhilatê gundewarê Eyn Îsayê xeterî li ser mewsima havînê heye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Oldarî Kurd, Mele Elî Yeldiz got, ambargoya li ser herêmê ya bi rêya girtina deriyên sînor û qutkirina ava çemê Firatê û êrişên di meha Remezanê de li dijî hemû baweriyan e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên bajarê Qamişlo kiryarên "Dîfaa El-Wetanî" şermezar kirin û got, armanca van milîsan ewlehiya herêmê xirab bikin. Her wiha gotin ew ku serî ji van siyasetan re natewînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA