DYA: Tirkiyê bi fermî ji bernameya F-35’an hate derxistin

Wezareta Parastina DYA’yê, ji Enqereyê re ragihand ku dewleta Tirk bi fermî ji bernameya F-35’an hate derxistin.

DYA: Tirkiyê bi fermî ji bernameya F-35’an hate derxistin
21 nîsan, 2021   20:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastina DYA’yê (Pentagon), diyar kir ku wan ji Enqereyê re ragihandiye ku bi fermî dewleta Tirk ji bernameya F-35’an derxistine.

Dewleta Tirk weke hilberînkerê hevpar û Zabitê Hevkar ê Mûtabakat tev li Bernameya Balafira Êrişkar a Hevpar (JSF) a F-35’an bûbû.

Bername ji tevlîbûyên dewleta Tirk û DYA’yê, Brîtanya, Îtalya, Hollanda, Awistrelya, Danîmarka, Kanada û Norveçê pêk dihat. Dewleta Tirk di pêngava yekem de 100 balafirên F-35’an xwestibû.

Sala 2018’an 4 balafirên F-35’an ji dewleta Tirk re hatibûn şandin, lê balafir li DYA’yê ne, pîlotên dewleta Tirk jî tev li bernameyê hatibûn kirin. Piştre jî dîsa 2 balafirên F-35’an dan dewleta Tirk.

Ji ber aloziya S-400’î ya di navbera dewleta Tirk û DYA’yê de ev 6 balafir ji bo Tirkiyê nehatibûn şandin û di çarçoveya budceya parastina 2020’an de biryar hatibû dayîn ku van ji bo Hêzên Hewayî yên DYA’yê bigirin.

Heman demê dewleta Tirk ji bo balafirên hezar û 5 parçe çêdikirin. Firmayên dewleta Tirk di rêjeyeke mezin de ji bo tevlîbûna vê hilberînê hatibû sînordarkirin. Derket holê ku DYA’yê ji Kanûna 2020’an  ji bo bidestxistina hezar û 5 parçeyan bi giştî berhemhêner dîtibûn.