​​​​​​​Hêzên Ewlekariya Hundirîn navenda Dîfaa El-Wetenî kontrol kir

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a herêma Cizîrê beriya niha navendeke qaşo Dîfaa El-Wetenî li başûrê Qamişlo serwer kir, ev navend cihê destpêkirina êrişên Dîfaa El-Wetenî li dijî bendên kontrolê yên Hêzên Ewlekariya Hundirîn bû.

​​​​​​​Hêzên Ewlekariya Hundirîn navenda Dîfaa El-Wetenî kontrol kir
21 nîsan, 2021   22:01

Li gorî nûçegihanên ku pêşdeçûnên şerê li Qamişlo dişopînin, piştî ku qaşo milîsên Dîfaa El-Wetenî yên girêdayî hikumeta Şamê nuqteyeke Hêzên Ewlekariya Hundirîn li taxa Teyî ya başûrê Qamişlo hedefgirtin, bi wê re jî Hêzên Ewlekariya Hundirîn bersiva êrişan da û şerê dijwar rû da. Ew yek jî piştî aramiyeke ku çend saetan li bajêr rû dabû, pêk hat.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn di encama bersivdana êrişan de, dîsa li taxa Teyî bi pêş de çûn û navendeke milîsên Dîfaa El-Wetenî ya bi nave navenda Lîlo ku li aliyê bakurê taxê ye, serwer kir. Milîsan ji wê navendê ve êrişî bendên kontrolê dikir.

Ji duh ve li bajarê Qamişlo di navbera Hêzên Ewlekariya Hundirîn a herêma Cizîrê û milîsên Dîfaa El-Wetenî yên girêdayî hikumeta Şamê de şerê dijwar rû dide. Ew şer, piştî ku şeva berê Dîfaa El-Wetenî êrişî bendeke kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li taxa El-Wehde ya başûrê Qamişlo kiribû û di encamê de endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd bû, pêk hat.

(fr)

ANHA