Gerînendetiya Zimhêrê kontrolên xwe di sûkên Minbicê de zêde kirin

Gerînendetiya Zimhêrê ya Minbicê gerên xwe di nava sûkan de zêde dike da ku tevgera kirîn û firotina madeyên xwarinê kontrol bike û rê li pêşiya keysbaziya bazirganan û xwediyên dikaran bigire.

Gerînendetiya Zimhêrê kontrolên xwe di sûkên Minbicê de zêde kirin
21 nîsan, 2021   11:50
MINBIC

Gerînendetiya Zimhêrê ya Minbicê ji bo şopandina buhayan, rojane di nava sûkan de digere. Her wiha bang li xwediyên dikanan kir ku pabendî qanûn û biryarnameyan bin û dê kesên van qanûnan binpê dikin, ceza bike.

/ar/uploads/files/2021/04/21/101531_fadhl-brkl.webp

Têkildarî mijarê çavdêrê Gerînendetiya Zimhêrê ya Minbicê Fadil Berkel got gerên wan di rojên qedexeya derketina derve de jî berdewam in. Berkel wiha domand: "Di gera me de em kesên qanûnan pêk naynin, ceza dikin, madeyên demborî desteser dikin û girtekên qanûnî li muxalifan ferz dikin.”

Berkel destnîşan kir ku wan gerên xwe di meha Remezanê de û di rojên qedexeya giştî de zêde kirin da ku rê li pêşiya zêdekirina buhayan bigirin. Her wiha bi koordîneya Nivîsgeha Sotemeniyê li ser navendên belavkirina lûleyên gazê jî digerin. Berkel ragihand ku di vê çarçoveyê de gelek lûleyên ku li sûka reş tên firotin, desteser kirin.

/ar/uploads/files/2021/04/21/101643_altqat.webp

Welatiyê bi navê Elî Mistefa yê ji Minbicê der barê mijarê de wiha axivî: "Dema dolar gihaşt 4 hezar û 500 lîreyên Sûriyê bazirganan galona zeytê ya 4 lître bi 24 hezaran difirot, lê ruxmî ku dolar daket nêzî 3 hezaran, dîsa jî bi heman buhayî difiroşin. Dema mirov ji bazirganan pirsa sedema vê yekê dike, dibêjin wan kel û pelên xwe bi 4 hezar û 500 lîreyî kirîne. Zimhêr xebatên xwe ji bo sivikkirina barên welatiyan, tevgera bazirganan didomînin."

Mistefa diyar kir ku lûleyên gazê li bajêr nayên peydakirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Lûleyên gazê ji aliyê xwediyên navendên gazê ve di sûka reş de bi 30 hezar lîreyên Sûriyê dihatin firotin.”

Pêwîstya Gerînendetiya Zimhêrê bi alîkariya şêniyan heye da ku sûkan kontrol bikin. Şênî dikarin dikanên ku li gorî lîsteyan firotinê nakin, gilî bikin.

(bx)

ANHA