Xerîb Hiso: Êrişên li Qamişloyê plankirî ye

Hevserokê TEV-DEM’ê Xerîb Hiso got êrişên Dîfa El-Wetenî yên li dijî Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên li Qamişloyê, plankirî ne û armanca wan têkbirina ewlehiya li herêmê ye. Hiso diyar kir ku hikumeta Şamê û Rûsya berpirsên vê yekê ne.

Xerîb Hiso: Êrişên li Qamişloyê plankirî ye
21 nîsan, 2021   10:29
QAMIŞLO

Milîsên Dîfa El-Wetenî yên girêdayî hikumeta Şamê duh bi şev êrişî bendeke kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li nêzî taxa Teyî kir. Di encamê de endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd bû.

Têkildarî aloziyên ku Dîfaa El-Wetenî li herêmê careke din derxistin, hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Xerîb Hiso ji ANHA`yê re axivî û got: “Ev êriş ji aliyê hêzên hundirîn û hin hêzên derve ve hatiye plankirin, armanc ew e ku ewlehiya herêmê têk bibin."

`DERXISTINA FITNEYÊ`

Hiso îşaret pê kir ku ev ne cara yekê ye ku "Dîfaa El-Wetenî" mîna van tevliheviyan der dixe û wiha domand: “Armanc jê derxistina ftineyekê navbera pêkhateyan de, nexasim di navbera pêkhateyên Ereb û Kurd de. Ji aliyekî din ve careke din hewl didin DAIŞ`ê mîna li Dêrazor û Reqayê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê vejînin.”

Hiso bal kişand ser xetereya van siyasetan û got: “Di radeya yekemîn de Rûsya û hikumeta Şamê berpirsên van bûyeran in.”

Hiso diyar kir ku hikumeta Şamê dan û standinan red dike û vîna gelê Kurd û gelên herêmên Bakur û Rojhilat Sûriyê qebûl nake û ji bo derxistina komployan, Dîfaa El-Wetenî bi kar tîne. Hiso teqez kir ku bi vê “siyaseta bêexlaq” armanc dikin ewlehiya li herêmê têk bibin.

Xerîb Hiso destnîşan kir ku hemwextî van êrişan, dewleta Tirk a dagirker mala ku rêber Abdullah Ocalan li gundê Elpelûrê yê Kobanê lê maye, kir hedef û Rûsyayê xwe ji nuqteyên xwe yên li Til Rifetê ya kantona Şehbayê vekişand.

Hiso got ev siyaset bi hev ve girêdayî ne ji ber ku dewleta Tirk, Rûsya û hikumeta Şamê siyaseteke hevbeş dimeşînin.

‘ASTENGKIRINA DAN Û STANDINAN’

Hevserokê TEV-DEM`ê Xerîb Hiso kiryarên Rûsya û hikumeta Şamê yên li herêmê rexne kirin û got: “Tu çareseriyeke siyasî bi xwe re naynin. Berovajî wê dan û standinan asteng dikin û ewlehiya herêmê têk dibin. “

Hiso wiha berdewam kir: “Wek TEV-DEM em dibînin ku Rûsya û hikumeta Şamê berpirsên van fitne û sûcan in.”

Hiso bi bîr xist ku Rûsya bi rola xwe wek hêzeke garantor ranabe, hikumeta Şamê jî rolekê di çareserkirina aloziya Sûriyê de nalîze û wiha axivî: “Ev kiryar li dijî gelê Sûriyê ne."

‘GELÊ ME BI VAN SIYASETAN DIZANE’

Hiso bang li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku bi van siyasetan neyên xapandin û wiha berdewam kir: “Gelê me van siyasetan nas dike. Di dirêjahiya van salan de li hemberî siyasetên ku li dijî wî têne kirin, li ber xwe dide.”

Hiso bang li gel kir ku ji van siyasetan baldar bin, bibin yek û li hemberî fitneyan xwedî helwesteke nîştimanî bin û got: “Baweriya me bi gel û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê heye ku bi van siyasetan nayên xapandin, ji ber ku gelên berxwedêr in.”

Di dawiyê de Xerîb Hiso berxwedana Hêzên Ewlekariya Hundirîn silav kir û hêvî kir ku rewşa birîndaran baş be.

(şx)

ANHA