Endamtiya Sûriyê di Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî de hate cemidandin

Dewletên endamên Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî endamtiya Sûriyê di rêxistinê de cemidand.

Endamtiya Sûriyê di Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî de hate cemidandin
21 nîsan, 2021   12:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Reutersê, dewletên endamên Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) mafê Sûriyê yê dengdanê di rêxistinê de cemidand, piştî ku hate zanîn ku hêzên Sûriyê di şerê navxweyî de gelek caran gazên bijehr bi kar anîne.

Piraniya dewletên ku dengê xwe da, piştgirî da biryara cemidandina endamtiya Sûriyê di rêxistinê de.

(dx)