QSD'ê li Dêrazor û Qamişloyê 2 çeteyên DAIŞ’ê girtin

Hêzên Sûriya Demokratîk duh li gundewarên Dêrazorê û Qamişloyê operasyon li dijî çeteyên DAIŞ’ê li dar xistin û 2 çeteyên DAIŞ'ê girtin.

QSD'ê li Dêrazor û Qamişloyê 2 çeteyên DAIŞ’ê girtin
21 nîsan, 2021   10:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ragihand ku hêzên wan bi hêzên Koalîsyona Navneteweyî re di 20'ê Nîsana 2021'an (duh) de, 2 operasyonên hevbeş li dijî şaneyên DAIŞ'ê pêk anîn.

Li gorî Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD'ê, di encama her du operasyonan de çeteyek li Til Hemîsê ya girêdayî Qamişloyê tevî çek û alavên teknîk, her wiha çeteyekî din li bajarokê El-Sebha yê gundewarên Dêrazorê, hatine girtin.

(dx)