ANHA`yê geşedanên li taxa Teyî ya Qamişloyê şopandin

Li taxa Teyî ya Qamişloyê şerê di navbera Hêzên Ewlekariya Hundirîn û milîsên Dîfa El-Wetenî yên girêdayî hikumeta Şamê de dem bi dem didome.

ANHA`yê geşedanên li taxa Teyî ya Qamişloyê şopandin
21 nîsan, 2021   10:23
QAMIŞLO – EHMED MIHEMED

Şevê din saet di 22:00`an de milîsên ‘Dîfa El-Wetenî’ yên girêdayî hikumeta Şamê êrişî bendeke kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ya li kolana El-Wehde ya nêzî taxa Teyî kir ku di bin serweriya milîsên girêdayî hikumeta Şamê de ye.

Di encamê de endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd bû, Hêzên Ewlekariya Hundirîn jî bersiva êrişê da û di encama wê de şer derket ku heta van kêliyan didome.

https://www.hawarnews.com/ar/uploads/files/2021/04/21/095105_82568a03-821e-40ed-89d5-44706111dd61-copy.jpg

Heta niha Hêzên Ewlekariya Hundirîn hin nuqteyên di hundirê taxa Teyî de ku milîsên Dîfa El-Wetenî ji wir êrişî Hêzên Ewlekariya Hundirîn û sivîlan dikir, xistine bin serweriya xwe.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/UIV7l1ZfDjY" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>