Li Deraayê mayînek teqiya: 2 zarok birîndar bûn

Li gundewarê parêzgeha Deraa ya Sûriyê mayînek teqiya, di encamê de 2 zarok birîndar bûn.

Li Deraayê mayînek teqiya: 2 zarok birîndar bûn
20 nîsan, 2021   10:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), îro li ser rêya di navbera bajarokên Casim û Ênxel ên li gundewarê rojavayê Deraayê de, mayînek teqiya û di encamê de 2 zarok birîndar bûn.

Di demên dawîn de li parêzgeha Deraayê êriş û hewldanên kuştinê yên bi şêwazên cuda zêde bûn. Duh kesên nenas li bajarê Sanamên ê li bakurê Deraayê gule li mêrekî reşandin û ew birîndar kirin, li ser wê yekê rakirin nexweşxaneyê.

Li piraniya bajarên Sûriyê yên di bin serweriya hêzên hikumeta Şamê de rewşa ewlehiyê tevlîhev e û çek bi rêjeyeke zêde belav bûne. Di hefteya borî de li herêmên cuda wekî Misyaf, Quneytîra û gundewarê Dêrazorê, gelek teqîn pêk hatin.

(cx)