Cenazeyê şehîd Xalid Osman li Goristana Şehîd Îsmaîl hat veşartin

Li gel tedbîrên xweparastina ji Koronaypê cenazeyê endamê QSD`ê şehîd Xalid Fesîh Osman li Goristana Şehîd Îsmaîl a li navçeya Amûdê, hat veşartin.

Cenazeyê şehîd Xalid Osman li Goristana Şehîd Îsmaîl hat veşartin
20 nîsan, 2021   11:08
 QAMIŞLO

Di çarçoveya pêkanîna biryara qedexeya derketinê ya giştî ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ferz kiriye, bi dehan şêniyan şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Xalid Fesîh Osman (Kados) ku ji ber krîza dil dema li ser erka xwe bû şehîd bûbû, oxir kirin.

Bi dehan şêniyên navçeyê, endamên Saziya Malbatên Şehîdan a navçeya Amûdê beşdarî merasîmê bûn.

/ar/uploads/files/2021/04/20/101440_dsc_0023.webp

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, cenazeyê şehîd Xalid Osman spartin axê.

Şehîd Xalid Fesîh Osman (Kados Amûdê) sala 2014`an tev li nava refên QSD`ê bû û di 8`ê Nîsanê de şehîd bû.

(şx)

ANHA