Şaredariya Gel a Dirbêsiyê dest bi hemleya dezenfektekirin û paqijkirinê kir

Şaredariya Gel a navçeya Dirbêsiyê îro dest bi hemleya dezenfektekirin û paqijkirina kolanên navçeyê kir.

Şaredariya Gel a Dirbêsiyê dest bi hemleya dezenfektekirin û paqijkirinê kir
20 nîsan, 2021   10:46
HESEKÊ

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rohilatê Sûriyê di 13'ê Nîsanê de qedexeya giştî ji bo pêşîlêgirtina belavbûna koronayê were girtin, ragihand.

Nivîsgeha Hawîrdorê ya Şaredariya Gel a navçeya Dirbêsiyê, dest bi hemleya dezenfektekirin û paqijkirina kolanên sereke û beşî yên navçeyê, kirin. Ev yek beşek ji tedbîrên pêşîlêgirtina belavbûna Koronayê ye.

/ar/uploads/files/2021/04/20/093611_zydan-nwh-.webp

Yek ji Rêveberên Nivîsgeha Hawîrdorê ya Şaredariya Gel, Zêdan Nûh got: "Bi derxistina biryara qedexeya giştî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, me di 3'ê qonaxan de dest bi hemleya dezenfektekirin û paqijkirinê kirin."

Nûh diyar kir ku ev qonax temamkirina qonaxa yekemîn e piştî ku şaredariyê sazî û dibistanên navçeyê dezenfekte kir û got: "Me dest bi qonaxa sêyemîn a dezenfektekirin û paqijkirina kolanên sereke û beşî kirin."

(dx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Y5xupypmmC4" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>