7 kesên ku beşdarî kuştina penaberekî iraqî li kampa Holê bûne hatin girtin

Hêzên ewlekariyê li kampa Holê 7 koçberên Sûriyê û penaberên Iraqê ku destê wan di bûyera kuştina penaberekî iraqî de heye, girtin.

7 kesên ku beşdarî kuştina penaberekî iraqî li kampa Holê bûne hatin girtin
20 nîsan, 2021   09:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî rayedarekî ewlekariyê li kampa Holê, piştî lêpirsîn û lêkolînên der barê bûyera kuştina penaberê iraqî Îbrahîm Hisên El-Elî de ku roja şemiyê (17`ê Nîsanê) hatibû kuştin û du jin birîndar bûbûn, hêzên ewlekariyê 7 ciwan girtin.

Bûyera kuştinê li sûka kampa Holê ya li beşa penaberên Iraqê ji aliyê kesên nenas ve pêk hatibû.

Li gorî heman çavkanî, ciwanên ku hatine girtine destê wan di wê bûyerê de heye.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Yekîneyên Taybet ên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) beriya çend roja operasyonên xwe yên li kampa Holê bi dawî kirin.

Kampa Holê ji mezintirîn kampên li herêmên Rêveberiya Xweser û ji xetertirîn kampên li cîhanê ye. Ji ber ku malbatên DAIŞ`î  yên iraqî, sûrî û biyanî yên xwedî fikrên tundraw li kampê dimînin.  Kamp gefeke mezin li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tevahiya cîhanê çêdike.

(şx)

ANHA