Hêzên hikumeta Şamê asta êrişên xwe li dijî herêmên "bê çek"zêde kir

Li gel firîna balafirên şer ên Rûsyayê li asîmana herêmê, hêzên hikumeta Şamê gundewarê Idlibê û Hemayê bi zêdetirî 155 top û moşekan kirin hedef.

Hêzên hikumeta Şamê asta êrişên xwe li dijî herêmên "bê çek"zêde kir
20 nîsan, 2021   08:59
 NAVENDA NÛÇEYAN

Li gel firîna balafirên şer ên Rûsyayê li herêmê, hêzên hikumeta Şamê duh piştî nîvê şevê, Ziyaret, Sirmaniye, Xirbêt El-Naqûs, Qahîra, derdora Qilêdîn, Enkewiye yên Sehil El-Xab li bakur rojavayê Hemayê û Bênîn, Serce, Dêr Sunbul, Muzra, Bare, Kensafra, Filêfil, Fitîra, Kefer Iwêd, Bizabor û derdora Bare yên li başûrê gundewarên Idlibê bi zêdetirî 155 top û moşekan kirin hedef.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), di encama topbaranê de zirarên madî çêbû û tu agahî der barê windahiyan de nehatin bidestxistin.

Her wiha hêzên hikumeta Şamê duh bi şev gundên Sifohin, Muzra û Kefer Iwêd ên li çiyayê Zawiye yê gundewarên Idlibê, Ziyaret, Qahîra, Sirmeniye, Diwêr El-Ekrad li Sehil El-Xab ê li bakur rojavayê Hemayê topbaran kirin.

(şx)