Meclisa Kantona Hesekê ji ber qutkirina avê rewşa awarte ragihand

Îro efserekî Tirk fermana qutkirina avê ji ser şêniyên Hesekê da. Gerînendetiya Avê û Meclisa Kantona Hesekê ji ber vê yekê rewşa awarte li bajêr ragihand û bang li rêxistinên navneteweyî û mirovî kir ku bi lez destwerdanê bikin û rê li ber rûdana karesateke mirovî bigirin.

Meclisa Kantona Hesekê ji ber qutkirina avê rewşa awarte ragihand
19 nîsan, 2021   13:36
HESEKÊ-HENAR ÎBRAHÎM

Piştî civîna awarte ya têkildarî qutkirina ava vexwarinê ya ji stasyona Elok a li Serêkaniyê ya dagirkirî tê bajarê Hesekê, Meclisa Kantona Hesekê rewşa awarte ragihand.

Hevesrokên Meclisa Kantona Hesekê Semer El-Ebdullah û Xebat Silêman, hevseroka Gerînendetiya Avê ya Kantona Hesekê Sozdar Ehmed, cîgirên Meclisa Kantona Hesekê Meha Şabo û Mehmûd Reşo, her wiha serokên meclisên navçeyan, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û endamên Komîteya Zimhêr û Çandiniyê, beşdarî civînê bûn.

Beşdarên civînê rewşa heyî nîqaş kir û di encamê de rewşa awarte li bajar hate ragihandin da ku tedbîrên pêwîst ji bo gihandina avê ji şêniyan re bên girtin.

Li gorî pêwîstiya berjewendiya giştî û wekî çareseriyeke lezgîn li gorî derfetên heyî, dê tîmên awarte yên têkildarî pirsgirêka avê, avê bi rêya sehrîcan ji welatiyan re peyda bikin û bi rêya komînan li wan belav bikin.

Hevseroka Gerînendetiya Avê ya Hesekê Sozdar Ehmed diyar kir ku stasyona Elok ji 12’ê Nîsanê de ji xizmetê derketiye, piştî ku stasyona kehrebeyê ya li Dirbêsiyê ku kehrebe dida stasyona Elok, hate şewitandin. Stasyona kehrebeyê ji ber barê zêde û ji ber ku çeteyan kehrebe jê didizîn, şewitî. Aliyên têkildar ên Hesekê pirsgirêka kehrebeyê çareser kirin lê belê çete stasyonê bi temamî nadin xebitandin.

Li ser sedema nexebitandina stasyonê, Sozdar destnîşan kir ku efserekî artêşa Tirk a dagirker ferman da ku tenê 4 bîr û pompeyekê tenê bidin xebitandin, bi wê yekê jî av tenê wê bigihêje hin gundên dagirkirî û têrê nake ku bigihêje bajarê Hesekê.

Di dawiya civînê de, Meclisa Kantona Hesekê û Gerînendetiya Avê bang li rêxistinên mirovî û navneteweyî kir ku bi lez destwerdanê bikin û çareyekê ji pirsgirêka avê re bibînin ku dê karesateke mirovî ji zêdetirî 2 milyon welatî, koçber û penaberan re bîne. Nexasim li ser belavbûna zêde ya vîrusa Koronayê û zêdebûna hejmara nexweş û miriyan.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/5znGgeA2PQI" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>