Sersaxî ji malbata şehîd Zinar Efrîn re hate xwestin

Şêniyên Helebê sersaxî ji malbata şehîd Zinar Efrîn re xwest.

19 nîsan, 2021   13:59
HELEB

Zinar Efrîn Şêwirmendê Rêveberiya Xweser ê xeta Rojhilat a herêma Dêrazorê û endamê Partiya Sûriya Pêşerojê bû, di 16`ê Nîsanê de li ser rêya Xurafî ya Hesekê- Dêrazorê di encama êrişa çeteyan de şehîd bûbû.

Konê sersaxiyê yê şehîd Zinar Efrîn li pêşiya mala wî li aliyê rojavayê taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê hate vedan. Nûnerên partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl û Meclisa Jinan a Sûriyê herikîn bin kon û ji malbata şehîd re sersaxî xwest.

Merasîm bi rêzgirtinê dest pê kir, piştre bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan endamê meclisê Mihemed Xelîl, bi navê rêveberiya xeta Rojhilat a taxa Şêxmeqsûdê Selah Sîno, bi navê Partiya Sûriya Pêşerojê endamê meclisa partiyê ya Helebê Mihemed Mistefa, bi navê Meclisa Sûriya Demokratîk endamê meclisê Arif Ebdo, endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk Emîn Elîko, endama Kongreya Star Henaa Kerdoş, bi navê Komîteya Azadiya Rêbertî Amîne Xidir, bi navê malbata şehîd Zinar xwişka wî Ronahî Mihemed û dayika şehîd Hevrîn Xelef Sûad Mistefa ku bi rêya telefonê beşdarî merasîmê bû axivîn.

Di axaftinan de sersaxî ji malbata şehîd Zinar Efrîn re hate xwestin û hate gotin, şehîd Zinar Efrîn di rêya parastina rêgezên demokrasî, azadî û wekheviyê de şehîd bû.

Kesên axivîn îşaret bi têkoşîna şehîd Zinar Efrîn kir û soza tolhildana ji sûcdaran û têkbirina terorîst û dagirkeriyê da.

Piştî axaftin bi dawî bûn, endama Meclisa Malbatên Şehîdan Bêrîtan Cadan nasnameya şehîd Zinar Efrîn xwend û radestî malbatê kir.

Merasîm bi berzkirina diruşmeyên dilsoziya bi şehîdan re û şopandina xeta wan bi dawî bû.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/gzP5CnanedE" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>