QSD: Li gundewarê Hesekê û Dêrazorê 6 çete hatin girtin

Hêzên Sûriyê Demokratîk, ragihand ku di du operasyonên li gundewarê Hesekê û Dêrazorê de, 6 çete hatin girtin.

QSD: Li gundewarê Hesekê û Dêrazorê 6 çete hatin girtin
19 nîsan, 2021   12:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Lu gorî  agahiyên ku Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD`ê li ser malpera xwe ya fermî weşandiye, hêzên wan û hêzên Koalîsyona Navneteweyî di 18`ê Nîsanê de du operasyonên hevbeş , li dar xistine.

Navendê destnîşan kir ku operasyonek li bajarokê Mergeda ya gundewarê Hesekê pêk hatiye û di encamê de çeteyek hate girtin û operasyona din jî li bajarokê El-Hewayîc a gundewarê Dêraozrê pêk hatiye û di encamê de 5 çete hatin girtin.

Li gorî ragihandina QSD`ê çekên bi çeteyan re jî hatine desteserkirin.

ANHA