Li herêmên hikumeta Şamê aloziya jiyanî kûrtir dibe

Bi hatina meha Remezanê re bihaya madeyên xwarinê li herêmên hikumeta Şamê bilind bûn, aloziyên li pey hev jî rewşa welatiyan zehmettir dike.

Li herêmên hikumeta Şamê aloziya jiyanî kûrtir dibe
Li herêmên hikumeta Şamê aloziya jiyanî kûrtir dibe
Li herêmên hikumeta Şamê aloziya jiyanî kûrtir dibe
19 nîsan, 2021   03:23
ŞAM-NESRÎN XELÎL

Bi hatina meha Remezanê re nirxê madeyên xwarinê bilind dibin, ev yek wek adetekê ye ku bazirganên Sûriyê heta beriya şer û krîza aborî jî dikirin. Ev bihabûn bi awayekî mezin li herêmên di bin serweriya hikumeta Şamê de eşkere bû, ji ber wê cudabûneke mezin di navbera biha û mûçeyên ku şênî werdigirin de heye. Mûçeyê ku karmendên hikumeta Şamê mehane digirin bi navînî 50 hezar lîreyên Sûriyê ye.

AZAR Û BIHABÛNA DI MEHA REMEZANÊ DE

Bi hatina meha Remezanê re ji nişkan ve bihayên madeyên xwarinê bilind bûn, bi taybet berhemên lawiran mîna penêr, goşt, hêk, sebze û fêkî. Bihayea her kîloyeke goştê berxan gihaşt 27 hezar lîreyên Sûriyê, sefetek hêk gihaşt 7 hezar lîreyên Sûriyê, kîloyeke penêr bi 7 hezar û 500, kîloyek xeyar 2 hezar û 200 lîreyên Sûriyê, xesek bi 700 lîreya Sûriyê, lîtreyek zeytê berberojan bi 10 hezar lîreyên Sûriyê ye, kîloyek goştê mirîşkan bi 5 hezar û 500 lîreyên Sûriyê ye.

Ji vir azarên welatiyên li herêmên di bin serweriya hikumeta Şamê de dest pê dikin, ku taştiyekî normal li ber şewqa leyzerê dixwe. Nexasim piştî kêmkirina saetên dayîna kehrebeyê di meha Remezanê de. Ji ber ku stasyonên Cender û Dêr Elî ji xizmetê bi der ketin, ew jî bi sedema kêmbûna gazê û xebatên sererastkirinê ye.

Pandemiya vîrusa Koronayê û berbelavbûna wê bi awayekî mezin li herêmên di bin serweriya hikumeta Şamê de rewşa debarê girêktir kir. Pêketî nikarin rojiyê bigirin, lê kesên pê re azaran dikişînin, ji ber ji dest çûn û hatinê nikarin biçin mal û nikarin lêçûnên xwarinê bidin.

Têkildarî mijarê, welatê bi navê N.W wiha got: " Bi hatina Remezanê re biha yekser bilind bûn, ji ber ku  bazirgan ji qanûnên hikumetê natirsin."

Li aliyekî din jî welatiyê bi navê F.H wezîrê zimhêrê û bazirganiyê  muxateb girt û got: "Heke hûn li gorî vê erkê bûna, wê demê bihaya lîtreya zeytê nedibû 10 hezar lîreyên Sûriyê û we dikarî welatî ji kêrên bazirgan û hûtên sûkan biparasta. "

BIRYARÊN HIKUMETA PÊK NAYÊN Û DAXUYANÎ BILINDBÛNA BIHAYAN TEŞWÎQ DIKIN

Tevî gelek biryarên ku hikumeta Şamê derdixe lê tenê li ser rûpelên rojnameyan dimînin, lê biha her tim bilind dibin. Hikumetê da zanîn ku dê cezayên tund li dijî kesên biryaran bin pê dikin bibirin û wan bigirin. Heger biryar bikevin pratîkê jî, li ser xwediyên dikanan in, bazirganên mezin ên bi bihayan dilîzin ceza li ser wan nayên birîn.

Têkildarî mijarê, welatiyê bi navê E.L bêçarebûna hikumeta Şamê ji bo kêmkirina bihayan, tevî daketina nirxê dolar, rexne kir û wiha got: "Hikumeta Şamê nikare bazirganan neçar bike ku bihayên kelûpelan ên ku bi destpêka Remezanê re biha bûne, kêm bike."

Di heman demê de aborînasekî ji Şamê da zanîn ku serokê hikumetê Hisên Ernûs bi hatina meha Remezanê re îşaret bi zêdebûna mûçeyan kir, wek ku ji bazirganan re bibêje; bihayan bilind bikin.

Aborînas diyar kir ku tevî daketina nirxê dolar li hember lîreya Sûriyê ku bûye nêzî 3 hezar û 200, lê beriya wê jî gihaşt nêzî 4 hezar û 750 lîreya Sûriyê, lê bihayê kelûpelan kêm nebû.

Kêmbûn tenê di dolar û zêr de çêdibe, lê bihayê madeyên xwarin û cilan wek xwe dimîne, ji ber ku çavdêrî tune ye.

Aborînas eşkere kir ku zêdebûna heqdestê karmendan ne ewqas pir bû û tu cudahiyek çênekir û tenê şeklî ma. Ji ber ku biha pir bilind dibin, fon an jî mûçe wek berê dimînin. Mînak malbateke ji 4 ferdan pêdiviya wê ya mehane bi milyonek lîreya Sûriyê heye, da ku bi rûmet bêyî hêmanên kêfxweşiyê  bijî.

Li aliyekî din jî Dr.zanista civakî ya ji zanîngeha Şamê ku ji ber sedemên ewlehiyê nexwest navê xwe eşkere bike got Sûriyê di krîzekê re derbas dibe, ev yek jî xalên lawaztiya heyî û pirsgirêkên civakî eşkere dikin, lê divê li ser were rawestandin û çareser kirin.

Dr. zanista civakî destnîşan kir ku civak êdî hevgirtina xwe winda dike û destnîşan kir ku hin kes wêneyên maseyên xwe yên firatê yên tijî li ser medyaya civakî parve dikin û bi kesên xizan hîs nakin.

Dr. zanista civakî îşaret bi bazirganên ku idîa dikin ku ew îbadetê dikin û wiha got: "Ew bazirgan bi xwe bihayên madeyên xwarinê bilind dikin û madeyan di depoyan de dihêlin da ku biyahên wê bilind bikin. Bi wê re hest pêhesîna bi kesên dîtir û berpirsiyariya civakî winda bûye."

(fr)

ANHA