Sedemên ku dihêle DAIŞ'ê êrişên xwe bidomîne çi ne? 

Ji du salan ve QSD operasyonên xwe yên ewlehiyê li dijî şaneyên çeteyan li gundewarên başûrê Hesekê heta çemê Firatê yên li bakur û rojhilatê Dêrazorê didomîne. Gelo sedemên gurbûna tevgerên şaneyan çi ne?

Sedemên ku dihêle DAIŞ'ê êrişên xwe bidomîne çi ne? 
18 nîsan, 2021   06:35
NAVENDA NÛÇEYAN – EHMED MIHEMED

Tevî ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di 23'yê Adara 2019'an de çeteyên DAIŞ'ê di aliyê erdîngariyê de li cihê wan ê dawîn anku bajarokê Baxozê yê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bir, lê şaneyên wê hîna li herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi taybet ku gundewarên başûrê rojhilatê Hesekê, gundewarên bakur û rojhilatê Dêrazorê tev digerin.

Ji navçeya Şedadê heta bajarokê Deşîşa û Mergeda yên gundewarên başûr û başûrê rojhilatê bajarê Hesekê, ji bajarokê Siwer û herêma Ezaba heta çemê Firatê yê bakurê bajarê Dêrazorê û rojhilatê wê, heta sînorê Iraqê nêzî bajarokê Baxozê tevgerên şaneyên çeteyan hene.

Herêmên navborî yên dawî ne ku ji hêla şervanên QSD'ê ve di çarçoveya pêngava Bagera Cizîrê de ya di navbera 2018-2019'an de hatin rizgarkirin.

Ji dîroka ku ev dever hatine rizgarkirin ve, sûcên qetilkirin û tirsandinê li dijî serokeşîr, kesayetên civakî yên navdar û karmendên rêveberiyên sivîl têne kirin, her wiha nuqteyên QSD'ê têne hedefkirin.

Li hemberî van tevgeran, QSD'ê operasyonên berfireh ên ewlehiyê li herêmê pêk anîne. Operasyon li gorî agahiyên îstîxbaratî berdewam dikin, ya herî dawî operasyona roja çarşemê ya li Geliyê Ecîc bû.

Fermandarê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê general Kenneth McKenzie di 8'ê Sibata îsal de di konferansa Enstîtuya Rojhilata Navîn de teqez kir ku pêwîstî bi hişyariya domdar û xurtkirina tevkariyê û piştevaniya QSD'ê heye da ku rêxistina DAIŞ'ê were têkbirin û rê li ber geşbûna fikirên wê yên tundraw were girtin.

Tevî dewriyeyên Hêzên Ewelekariya Hundirîn û QSD’ê da ku rê li ber van bûyeran bigirin, lê tevgerên şaneyan hîna hene. Gelo ev şane desteka xwe ji ku derê digirin?

Li herêmên navborî gelek cureyên şaneyên veşartî hene, hin jê girêdayê hikumeta Şamê û dewletên herêmî yên alîgirên wê, hin girêdayî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê û hinên din girêdayî çeteyên DAIŞ'ê ne.

Sedem û aktorên ku dihêlin şane li erdîngariyê zêde bibin, gelek in; a yekê erdnîgariya çolistan a fireh li herêmê û tevgera şaneyan hêsan dike, nemaze şaneyên DAIŞ'ê ku xwe li çolistana Rewda û çolisana Sûriyê veşartin.

Li aliyekî din jî şane di tevger û êrişên xwe yên li van herêman de sûdê ji sînorê bejahî yê dirêj ku xaka Sûriyê bi Iraqê ve girê dide, digirin. Di navbera Sûriyê û Iraqê de sînorekî bejahî dirêj ku digihêje derdora 600 km, heye.

Her wiha şane, ji bejahiya Enbarê ya Iraqê sûdê digire ku bi awayekî berfireh lê çalak e. Ev yek di sûcên ku li her du aliyan (Sûriyê û Iraqê) pêk tîne de diyar dibe. Şane sûdê ji valahiya ewlehiyê ya li xeta sînorê digire û ji wan bejahiyan dest bi êrişên xwe dikin.

Dîsa jî, sînorê di navbera herêmên Rêveberiya Xweser û hikumeta Şamê û milîsên wê de li aliyê rojhilat û rojavayê Dêrazorê û dergehên nerewa yên li dirêjahiya çemê Firatê yê li rojhilat û rojava ji şaneyan re dibe destek, da ku derbasî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bibin.

Ji Fermandariya Giştî ya QSD'ê Newroz Ehmed di hevpeyvîneke berê li gel ANHA'yê de destnîşan kiribû ku valahiyên ewlehiyê li ser sînorên herêmên wan hene û hêzên wan sînorên hevbeş asê dikin, di serî de jî sînorên Iraqê û herêmên di navbera wan û hêzên hikumeta Şamê de, her wiha sînorên di navbera wan û hêrêmên de ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin.

Sedemên din ên çalakbûna şaneyan; rewşa debarê ya zehmet a şêniyên wan herêman e ku biçekkirina niştecihên wan herêman ji aliyê şaneyan ve hêsan dike, her wiha hebûna zemîna gelêrî ya fikirên wan şaneyan û siyasetên wan e.

Mînak; DAIŞ'ê di sala 2014'an de bi navê îslamê xwe ragihand û bi lez li herêmên Sûriyê û Iraqê ku piranî misilman lê dijîn belav bû û bi deh hezaran ciwan bi aliyê xwe ve kişandin, lê nêzîkatiyên wê ji rastiya îslamê dûr in.

Tunebûna teknelojiya leşkerî ya pêşketî li cem Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û QSD'ê erkên wê yên bidawîkirina tevgerên şaneyan zehmet dikin.

Ji bo têkbirina van şaneyan, pêwîstiya QSD'ê bi desteka leşkerî û lojîstîk a mezin heye, her wiha pêwîst e zexteke navneteweyî li aliyên ku ewlehiya herêmê dikin hedef mîna "dewleta Tirk û hikumeta Şamê" were kirin.

Her wiha pêwîstî bi îtîrafeke siyasî bi Rêveberiya Xweser heye da ku herêm bi ewle bibe.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Y4-MQMMWCRc" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>