Kargeha Oksîjenê ya li Minbicê beşek ji pêwîstiyên herêmê pêk tîne

Kargeha Oksîjenê ya li Minbicê beşek ji pêwîstiya herêmê peyda dike ku di vê dawiyê de ji ber belavbûna vîrusa koronayê daxwaz li ser pir bûye.

Kargeha Oksîjenê ya li Minbicê beşek ji pêwîstiyên herêmê pêk tîne
18 nîsan, 2021   05:54
MINBIC-SELWA EBDUREHMAN

Li Minbicê 249 kargehên cuda hene ku pêdiviyên herêmê yên cuda peyda dikin. Ev yek rolekê di pêkanîna rêgeza xwetêrkirinê û çalakkirina tevgera pîşeyî, bazirganî û aborî de dilîze.

Kargeha Oksîjenê ya li gundê Mezra Um El-Sath ê 10 km dikeve rojavayê Minbicê, yekane kargeha li ser asta Minbic û Kobanê ye û xwedî girîngiyeke mezin e.

Hilberandina oksîjenê di gelek qonaxan re derbas dibin. Destpêkê oksîjen bi rêya pestok tê kişandin. Ev amûr oksîjenê sar dike û ji şiliyê ziwa dike. Piştre di qonaxa tîrbûnê re derbas dibe. Di vir de gaza kerbondîoksîd û gazên din ji oksîjenê tên cudakirin. Piştî oksîjena paqijî tê derxistin.

Paşê qonaxa dagirtina topan dest pê dike. Pilaya safbûna oksîjenê bi rêjeya ji sedî 99.8 e.

Kargeh di dirêjahiya 24 saetan de dixebite bi taybet di van deman de. Hêza hilberînê ya kargehê 200 top e. Her topek bi buhaya 8 hezar lîreyên Sûriyê tê dagirtin.

Xwediyê kargehê Zeynulabîdîn Nemê (45) ku ji 22 salan ve di hilberandin û belavkirina oksîjenê de kar dike, got ew topên oksîjenê li Minbicê û hinek caran jî li Reqayê cihên pêwîst belav dikin.

Nemê wiha domand: “Beriya belavbûna koronayê, oksîjen di warên pîşeyî de, ji bo nexweşên rebû, nîştergerî û qetremîzên pitikan dihatin xwestin. Lê niha ji bo dermankirina nexweşên koronayê, daxwaza li ser pir bûye. Ev yek jî li ser kargehê hinek zext çêdike ji ber ku ev kargeh yekane kargeha oksîjenê ya li herêmê ye.”

/tr/uploads/files/2021/04/18/061310_minbic-nuce-2.webp

Oksîjen ji bo navendên dermankirina pêketiyên koronayê gelek girîng e. Vîrus destpêkê kezeba gewr dike bandor dike û nefesê wî/wê teng dike. Ji lew ra bêhnvedana çêkerî bi rêya topên oksîjenê bi kar tînin bi taybet nexweşên ku rewşa wan krîtîk e.

Zeynulabîdîn Nemê bal kişand ser zehmetiyên ku dikişîn  û diyar kir ku li herêmê saetên dayîna kehrebeyê kêm e, ji ber ku dewleta Tirk a dagirker bi zanabûn ava çemê Firatê kêm dike. Ev yek nahêle ku bendavên li ser çemê kehrebeyê bidin herêmê.

Her wiha Zeynulabîdîn Nemê got: “Heke jenerator xirab bibin, em wexta zêde di sererastkirina wê de xerc dikin. Ev yek bi awayekî neyînî bandorê li karê me dike.”

Nemê destnîşan kir ku ew heftane hezar û 500 lître mazot û her lîtreyekê bi 75 lîreyên Sûriyê bi dest dixe û dibêje ku ev miqdar têrê nake.

(şx)

ANHA