Dayîkên şehîdan: Hedefgirtina Mala Rêbertî hedefgirtina vîna gel e

Dayîkên şehîdan êrişa hawayî ya dewleta Tirk a dagirker a li dijî "Mala Rêbertî" şermezar kir û got: "Hedefgirtina Mala Rêbertî hedefgirtina vîna gel e."

Dayîkên şehîdan: Hedefgirtina Mala Rêbertî hedefgirtina vîna gel e
18 nîsan, 2021   06:52
QAMIŞLO – HÊLÎN EBDULLAH

Balafireke bê mirov ya dewleta Tirk a dagirker roja Îna borî di saetên berbagnê de mala ku rêber Abdullah Ocalan di sala 1979`an de li gundê Elpelûrê yê rojavayê bajarê Kobanê lê dima, bombebaran kiribû. Ev mal bi "Mala Rêbertî" tê naskirin.

Têkildarî mijarê dayîkên şehîdan êriş şermezar kir û got, ev sûc berdewama sûcên dagirkeriya Tirk ên bi armanca têkbirina vîna gelê Kurd e.

https://www.hawarnews.com/ar/uploads/files/2021/04/18/064329_klstan-aly.jpg

Dayîka şehîd Kados, Gulistan Elî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi giştî û bêdengiya navneteweyî ya li hemberî van êrişan şermezar kir û got: "Hêzên navneteweyî bi bêdengiya xwe sûc û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî me erê dike."

Gulistan Elî destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker bi zanebûn mala ku rêber Abdullah Ocalan lê dima kir hedef û got: "Ji ber ku baş dizane ku ev mal ji bo gelê Kurd bîranîneke manewî ye."

Dayîka Şehîd Kados di dawiya axaftina xwe de got, ew ê heta dawiyê herêmên xwe biparêzin û tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan bişkînin.

https://www.hawarnews.com/ar/uploads/files/2021/04/18/064206_hnyfh-hsn.jpg

Dayîka şehîd Leheng û xwişka şehîd Cembelî, Henîfa Seîd jî got: "Dewleta Tirk a dagirker bi vê êrişê hewl da vîna me bişkîne, lê em teqez dikin ku em nahêlin dewleta Tirk armancên xwe pêk bînin."

Henîfa Seîd destnîşan kir ku dewletên garantor berpirsyariyên xwe bi cih nayînin û wiha domand: "Dewletên garantor li hemberî sûcên dewleta Tirk a dagirker tiştekî nakin û bêdeng in, li aliyekî sozên derew didin me û li aliyekî din bi dagirkeriya Tirk re dibin hevkar."

https://www.hawarnews.com/ar/uploads/files/2021/04/18/064249_fslh-amr.jpg

Dayîka şehîd Reşîd, Fesla Omer jî wiha got: "Dagirkeriya Tirk bi rêya vî sûcî xwest vîna me bişkîne, lê em jê re dibêjin ku hûn çi sûc û çi kiryaran pêk bînin em ji armancên xwe paşde venagerin û em ê têkoşîna xwe xurttir bikin."

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/lkJyP06AP9o" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>