ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 18-04-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 18-04-2021
17 nîsan, 2021   23:00

- Ji du salan ve QSD’ê operasyonên xwe yên ewlehiyê li dijî şaneyên çeteyan li gundewarên başûrê Hesekê heta çemê Firatê yên li bakurê û rojhilatê Dêrazorê didomînin. Gelo sedemên gurbûna tevgerên şaneyan çi ne? (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên gundên rojavayê Kobanê teqez kir ku topên dewleta Tirk ên bi ser wan de dibarin, wan natirsînin û dewleta Tirk a dagirker çi bike jî ew dev ji xaka xwe bernadin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Jinên Efrînê yên li kantona Şehbayê dimînin, diyar kirin ku heta vegera li Efrînê dê li hemberî êrişên li dijî gundên kantona Şehbayê li ber xwe bidin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Keça şehîd Emîne Weysî piştgiriya xwe bi malbata Şenyaşar re destnîşan kir û got: "Dewleta Tirk malbatên welatparêz dike hedef da ku dengê heqîqetê qut bike, her wiha sûcdaran diparêze." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Dayîkên şehîdan êrişa hawayî ya dewleta Tirk a dagirker a li dijî "Mala Rêbertî" şermezar kir û got: "Hedefgirtina Mala Rêbertî hedefgirtina vîna gelê Kurd e." (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Li gorî raporan, milîsên ser bi Îranê ve xebatên leşkerkirinê di nava gelê Sûriyê de bi pereyan zêde kirine, her wiha di navbera Îran û Îsraîlê de nakokî zêde dibin, li Lubnanê jî li gel hişyariyên îhtîmalên zehmet rewşa siyasî ya xetimandî didome. (BI WÊNE).

- Ji dema ku ji bo berpirsê Banka Navendî ya Sûriyê  di Îlona 2018’an de hatiye erkdarkirin de, bihaya lîreya Sûriyê li hember her dolarekî 470 bû, lê nirxa lîreya Sûriyê li hember dolar hilweşî û di destpêka 2021’an de gihaşt astên herî bilind û her dolarek nêzî 5 hezar lîreya Sûriyê bû. (BI WÊNE).

ÇAND Û HUNER

- Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ji sala 1992’yan ve xebatên xwe yên li ser zimanê kurdî didomîne. Ji roja avabûna Enstîtuya Kurdî ve zextên dewleta Tirk jî ji ser wê kêm nebûne û herî dawî di 2016’an girtin û hemû milkên wê desteser kirin. Lê dilxwazin wê di demeke kurt de Komeleya Lêkolînên Kurdî vekir û xebatên xwe dîsa domandin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Kargeha Oksîjenê ya li Minbicê beşek ji pêwîstiya herêmê bi oksîjenê peyda dike ku di vê dawiyê de ji ber belavbûna vîrusa koronayê daxwaz li ser pir bûye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA