Panorama hefteyê: Nakokiyên Îran û Îsraîlê gûr dibin û îhtîmalên dijwar li pêşberî Lubnanê ne

Li gorî raporan, milîsên ser bi Îranê ve xebatên leşkerkirinê di nava gelê Sûriyê de bi pereyan zêde kirine, her wiha di navbera Îran û Îsraîlê de nakokî zêde dibin, li Lubnanê jî li gel hişyariyên îhtîmalên zehmet rewşa siyasî ya xetimandî didome.

Panorama hefteyê: Nakokiyên Îran û Îsraîlê gûr dibin û îhtîmalên dijwar li pêşberî Lubnanê ne
18 nîsan, 2021   04:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di hefteya borî de behsa tevgerên Îranê yên li Sûriyê, nakokiyên di navbera Îran û Îsraîlê de û krîza Lubnanê kirin.

 ‘LÎWA FATIMIYÛN GELÊ SÛRIYÊ BI PEREYAN BI ÇEK DIKE’

Têkildarî rewşa Sûriyê rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: "Milîsên ku Îranê anîne da ku destekê bidin rejîma Beşar El-Esed, dev ji bikaranîna gelê Sûriyê ku pêwîstiya wan bi derfetên jiyanê heye û dixwazin ji aloziya aborî derkevin, bernade da ku wan di nava refên xwe de bike leşker û bi pereyan keysbaz dike.

Li gorî raporeke nû ku milîsên Lîwa Fatimiyûn ku ji leşkerên Efgan yên şîe hatiye avakirin, xebatên leşkerkirinê di nava gelê Sûriyê li gundewarên rojhilatê Helebê de zêde kirine û îşaret pê kir ku xebatê xwe berfireh dike û ji parastina rejîmê veguherî xurtkirina hebûna xwe ya olî û civakî.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê di daxuyaniyekê de ku roja yekşemê belav kir, got: "Leşkerkirina ji aliyê Lîwa Fatimiyûn ve bi rêya pereyan e û ev yek di çarçoveya kesybazkirina rewşên mirovî yên li herêmên cuda yên Sûriyê tê kirin."

'ÎRANÊ TEQÎNA LI NATANZÊ PIŞTRAST KIR Û GEF LI ÎSRAÎLÊ XWAR'

Rojnameya Şerq El-Ewsat behsa şerê Îsraîl-Îranê kir û wiha nivîsî: “Duh, Îranê Îsraîl bi rûxandina kargeha dewlemendkirina ûranyûmê ya Natanzê tawanbar kir û soza tolhildana êrişê da.

Ajansa Nor News a girêdayî Meclisa Bilind a Ewlehiya Neteweyî ragihand ku kesê ku kehrebe ji ser kargeha Natanzê biriye hatiye naskirin û dê were binçavkirin.

Berdevkê Rêxistina Îranê ya Ûranyûmê Behroz Kemelondî piştrast kir ku li kargeha Natanzê teqînek “biçûk” pêk hatiye.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zarîf jî hişyarî ji binxistina dan û standinên Viyenna yên vejandina peymana nukleerî da û got: “Em ê tola xwe ji Îsraîlê hilînin.”

'LUBNAN..DERÎ LI PÊŞIYA ÎHTÎMALÊN ZEHMET VEKIRÎ NE'

Têkildarî rewşa Lubnanê rojnameya El-Beyan wiha nivîsî: "Li Lubnanê ji bilî vîrusa koronayê û şerê axaftinê yê di navbera hêzên wê yên siyasî de tiştekî din çalakî nine, ji Tebaxa borî ve ku teqîneke mezin berava Beyrûtê rûxand welat bê hikumet e.

Rewşa siyasî ya xetimandî hîna wekî xwe ye, aliyên siyasî hev din tawanbar dikin û nîşaneyên çareserkirina aloziyê bi girêk windayî ne, heger ev xetimandin berdewam bike wê pêşeroja Lubnanê bi xeteriyê re rû bi rû bimîne. Li gorî lubnaniyan û saziyên dewletan, dibe ku banka navneteweyî ne ya dawî be ku duh gotibû zehmete ku bêyî avakirina hikumeta nû alîkarî bi Lubnanê re were kirin.

Li aliyekî din tawanên li hemberî hev zêde dibin, Şepêla Niştîmanî ya Azad, serokê hikumeta erkedarkirî Seed El-Herîrî bi têkbirina însyatîfa Fransayê ya avakirina hikumetê tawanbar kir. Şepêlê di daxuyaniyekê de ku desteya wê ya siyasî dabû got, serokê hikumetê yê erkdarkirî hewl dide avakirina hikumetê paş bixe, ev yek di têkbirina hewldanên dawî yên Fransayê de diyar dibe.

Şepêla Pêşerojê jî di daxuyaniyê de got, Fermandariya Şepêla Niştimanî ya Azad di pêvajoyeke herî tevlihev û înkara siyasî de ye, li ser nêzîkatiyan delîlan li pey hev dide, ji ber ku partiyeke hakim e û li ser îmzeya serokatiya komarê ya derbarê avakirina hikumetê de serwer e.

Têkildarî ev xetimandina domdar de, miftiyê Lubnanê Ebdulletîf Deryan got, li Lubnanê wêrankirineke bi zanebûn a saziyên wê heye, paşxistina avakirina hikumeteke nû binkeftineke mezin ji bo welat e. Miftiyê Lubnanê berpirsyartiya xirabûna rewşa welat spart siyasetmedarên Lubnanê û wiha pirsî; ma xwestekek zehmet e ku welat xwedî hikumeteke berpirsyar be?

Patriarchê Maronî, Mar Bişara Butirs El-Raî jî destnîşan kir ku cihê şermê ye ku guman gihaştin asta kampanyayên tawanbarkirina kesayet û saziyan ku di encamê de baweriya gel bi sazî û dewletan de winda dike û got, divê xwediyên kampanayên gumanbar van tewanan rawestînin. Her wiha got, ne pêkane e ku bangên muhasebekirina berpirsyarên banaka Lubnanê beriya avakirina hikumetê pêk werin.

Lubnanî bandora destwerdanên rojavayî û herêmî û encamên dîroka demdirêj a "Çanda rewşên awarte" ji bîr nakin. Şîrovekarê siyasî Ehmed El-Xez diyar dike ku tevî azarên lubnaniyan û jihevketina pergala dewletê û jihevketina desthilatên qanûnsaz, rêveber û dadwerî, deriyên Lubnanê li pêşberî hemû îhtîmalên karestên siyasî, ewlehî, leşkerî, diravî, aborî û civakî vekirî ne, rêya ber bi rewşeke aram û rêxistinbûyeke giştî li Lubnanê dirêj e."