Check dê 18 dîplomatên rûsî dersînor bike

Wezareta Karên Derve ya Checkê ragihand ku ew ê 18 dîplomatên rûsî ji welat dersînor bike.

Check dê 18 dîplomatên rûsî dersînor bike
17 nîsan, 2021   19:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokwezîrê Check Andrei Babisch û Wezîrê Karên Derve yê Check Jan Hamatchik got hikumeta Check biryar da ku 18 karmendên li balyozxaneya Rûsyayê bi derxe û got: "Gûmana ku destê îstîxbarata Rûsyayê di teqîna ku sala 2014’an li depoya çekan de çêbûye, heye."

Beriya du rojan jî Washingtonê ragihand ku wê cezayên berfireh li dijî Rûsyayê birîn. Washingtonê ceza li 32 kes û saziyên rûsî birîn û qedexeya kirîna belgeyên hikumeta Rûsya ji 14’ê Hezîranê de ferz kir, her wiha 10 dîplomatên rûs dersînor kirin.

Der barê bersiva wê yekê de, berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Maria Zakharova ragihand ku haya desthilatên Check ji encamên dersînorkirina 18 dîplomatên rûsî heye.

(fr)