Şêniyên Kobanê: Hedefgirtina Mala Rêbertî hedefgirtina nirxên me ne

Şêniyên Kobanê gotin dewleta Tirk a dagirker bi hedefgirtina mala rêber Abdullah Ocalan li gundê Elpelorê yê li rojavayê bajarê Kobanê, nirxên wan dike armanc.

Şêniyên Kobanê: Hedefgirtina Mala Rêbertî hedefgirtina nirxên me ne
16 nîsan, 2021   11:51
 KOBANÊ

Artêşa Tirk a dagirker vê sibehê bi balafireke bêpîlot mala ku rêber Abdullah Ocalan sala 1979`an ku cara yekmîn derbasî Rojava Kurdistanê bûye û 40 rojî tê de maye, bombebaran kir. Ew mal ji rojak u Rêbertî tê de maye û heta niha bi Mala Rêbertî tê naskirin.

Ji ber bombebaranê ziyan gihaşt mala dîrokî. Şêniyên Kobanê ew bombebaran bi hedefgirtina nirxên xwe bi nav kir.

Şêniyê bi navê Elî Îsa hedefgirtina Mala Rêbertî şermezar kir û got: “Ev ne cara yekê ye ku balafirên dewleta Tirk a dagirker nirxên me dike hedef. Beriya wê jî wisa kir. Heta malên sivîlan ji derbeyên wê nefilitîne. Hedefgirtina Mala Rêbertî hedefgirtina nirxên me yên giranbuhan e.“

Îsa wiha domand: “Dewleta Tirk a dagirker bi rêya bombebaranên mîna van cihan, dixwaze armancên xwe pêk bîne. Ew dizane ku kesek li pêşiya wê nasekine. Em hêvî dikin ku dewletên navneteweyî li hemberî wê bisekinin, ji ber ku ger nesekinin dê hovîtiya xwe zêdetir bike û komkujiyan pêk bîne.”

Dewleta Tirk beriya vê jî malên sivîlan topbaran kirin. Sala borî mala dayîka Emîne Weysî li gundê Helencê kir armanc ku di encamê de endamên Koordînasyona Kongreya Star têkoşer Zehra Berkel, Hebûn Mele Xelîl û dayîka Emîne şehîd bûn.

Şêniyê bi navê Necîb Mihemed ê ji Kobanê jî got: “Em hedefgirtina Mala Rêbertî bi tundî şermezar dikin. Em wê wek sûcekî dijminane ji aliyê dewleta Tirk ve dibînin ku jê armanc dike vîna me bişikîne. Em jê re dibêjin tu çi dikî bike, em ê têkoşîna xwe berdewam bikin.”

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/caz_qgO85cI" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>