Dewleta Tirk mala ku rêber Ocalan lê dima bombebaran kir

Balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker mala ku rêber Abdullah Ocalan lê dima ya li gundê Elpelûr ê Kobanê bombebaran kir.

Dewleta Tirk mala ku rêber Ocalan lê dima bombebaran kir
16 nîsan, 2021   03:47
KOBANÊ

Balafireke bê mirov a dewleta Tirk a dagirker di saetên derdora 3`yan ber destê vê sibehê de, mala ku rêber Abdullah Ocalan lê dima ya li gundê Elpelûr ê ku 5 km dûrî bajarê Kobanê ye, bombebaran kir.

Rêber Abdullah Ocalan di sala 1979`an de dema ku cara yekemîn derbasî Rojavayê Kurdistanê dibe, li wê malê dimîne.

Li Kobanê ew mal wekî mala Rêbertî tê naskirin.

Ji ber bomebebaranê ziyanên madî çêbûne.

ANHA