Pûtîn û Herîrî bi hev re li ser avakirina hikumeta Lubnanê axivîn

Serokê Rûsyayê Vladimir Pûtîn û serokê hikumeta Lubnanê yê demkî Seed Herîrî ku ji bo kar serdana Moskovê kiribû, bi rêya telefonê bi hev re axivîn û gelek  mijaran nîqaş kirin, di serê pêşîn de avakirina hikumeta Lubnanê.

Pûtîn û Herîrî bi hev re li ser avakirina hikumeta Lubnanê axivîn
15 nîsan, 2021   19:48
BEYRÛT

Nivîsgeha serokê hikumeta Lubnanê Seed Herîrî got: "Îro serokê rûsî Vladimir Pûtîn û serokê demkî yê Lubnanê Seed Herîrî bi rêya telefonê axivîn. Peywendî li navenda mêvantiyê ya Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê û bi beşdariya rayedarên wezaretê, nûnerên taybet bi serok Herîrî yê li Rûsyayê Corc Şaban û bi rêya wergera yekser ku 50 deqan dewam kir bi rê ve çû. Her du aliyan behsa rewşa Lubnanê û herêmê kir."

Di hevdîtinê de bal li ser avakirina hikumeta nû ya Lubnanê di leztirîn dem de hate kişandin, her wiha behsa asoyên hevkariya di navbera Lubnan û Rûsyayê di pêşîlêgirtina pandemiya vîrusa Koronayê de û derfetên dayîna Rûsya ya derziyan ji Lubnanê re  hat kirin. Her du aliyan li ser avakirina şîrketên Rûsyayê yên li Lubnanê û şîrketên Lubnanê li Rûsyayê li hev kirin.

(eh)